• Saturday, 27 April 2024
logo

HSDyê hewla revê ya DAIŞiyan têk bir

Gulan Media March 27, 2024 Nûçe
HSDyê hewla revê ya DAIŞiyan têk bir

HSDyê ragihand ku 2 endamên DAIŞê hewl da ji Kampa Holê birevin lê ew hewldan hat têkbirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku 2 endamên “Eşbal El Xîlafe” ango “Zarokên Xîlafetê” hewl dan ji Kampa Holê yali Hesekê birevin.

Li gorî daxuyaniyê şervanên HSDyê ew hewldan têk bir.

Herwiha kesekî ku detê wî di revandina wan her du kesan de hebû jî hat girtin.

Hat zanîn ku yek ji wan Endonezyayî û yê din Turkistanî bû û qaçaxçiyê wan jî kesekî ji gundê Kesarayê yê Dêrazorê bû.

Kampa Holê

Kampa Holê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye.

55 hezar kes li vê kampê dimînin û piraniya wan jin û zarokên DAIŞiyan in.

Piraniya kesên ku li vê kampê dimînin ji Sûriye û Îraqê ne lê li kampê welatiyên gelek welatên din jî hene ku berê tevî DAIŞê bûne.

Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî gotibû, “Li Kampa Holê 20 hezar Îraqî hene ku temenê wan ji 18 salan biçûktir e.”

Qasim Erecî destnîşan kiribû ku heta niha 7 hezar û 556 Îraqî hatine vegerandin û hezar 230 kes ji wan şandine malên wan.

Kampa Holê di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Qasim Erecî gotibû, “HSD derveyî kampê kontrol dike, nava kampê di kontrola DAIŞê de ye.”

 

Rudaw

Top