• Saturday, 27 April 2024
logo

Muna Qehveçî: Nakokî çend mezin jî bin, nabe em bihêlin ku bandorê li ser pêgeha Herêma Kurdistanê hebe

Gulan Media March 27, 2024 Nûçe
Muna Qehveçî: Nakokî çend mezin jî bin, nabe em bihêlin ku bandorê li ser pêgeha Herêma Kurdistanê hebe

 Cêgira Serokê Partiya Çaksaziya Tikmenan Muna Qehveçî îro sêşemê ragehand ku parastina pêkhateya destûriya Herêma Kurdistanê, erkekî nîştimanperwerane ya hemû kesayetekî dilsozê Kurdistane, nakokî çend mezin jî bin, nabe em bihêlin bandora wan li ser pêgeha Kurdistanê hebê.

Qehveçî ragehandiye ku girînge hemû aliyên siyasî hevkar û hemaheng û yekrêz bin ji bo pêşîlêgirtina li her hewlekî bo lewazkirina pêgeha Herêma Kurdistanê.

Herwaha got, em wek partiya çaksaziya Tirkmen, piştgiriya hemû heldanekî ku bo parastina pêkhateya destûra Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên aborî û debara jiyana hemwelatiyên heskirî yên Kurdistanê dikin.

Herwaha dibêje: ‘’ Em di wê baweriyê dene ku ti demê tovê dubendiyê kesik nabe û ew hemû hewil û bernameyên ku ji bo lêdana pêkhateyan li holêye, di dawiyê de ji aliyê hemwelatiyên ezîz ên Kurdistanê ve dê bên têkbirin, asoyek zelal e û paşeroja me geş e, bi xwedêgiravî xwedê û hemwelatiyên hêja yên Kurdistanê. Herêma Kurdistanê berhema xwîna bi hezaran şehîd, Enfal, qurbanîdan û berxwedana gelê Kurd e û nabe ti carî dest ji mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê berdin.”

 

Basnews

Top