• Saturday, 27 April 2024
logo

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di civînê de ye û danûstandinan li ser sê mijaran dike

Gulan Media March 27, 2024 Nûçe
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di civînê de ye û danûstandinan li ser sê mijaran dike

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di civîna xwe ya heftiyane de ye û danûstandinan li ser mûçeyê meha Şiabtê, rênimayên Banka Navendî ya Îraqê û çend pirsên din dike.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 27.03.2024) berî nîvro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrî Qubad Talebanî dest bi civîna xwe ya heftiyane kir û danûstandinan li ser çend mijaran dike.

Di para yekê yê wê civînê de, dawî pêşhat li ser mijara mûçeyên meha Şibata îsal tên berçavkirin û danûstandin li ser tên kirin.

Di para duyê de, danûstandin li ser mijara biryar û rênimayên Banka Navendî ya Îraqê di derheqa derxistina kaş bi dolarê Amerîkayî de tên kirin.

Di para sêyê de, mijara pabendkirina Wezareta Darayî û Aborî ji bo wergirtina qerên bazirganî tê berçavkirin.

 

K24

Top