• Sunday, 28 April 2024
logo

Rûsye: 3 welat li pişt êrîşên Moskowayê dene

Gulan Media March 27, 2024 Nûçe
Rûsye: 3 welat li pişt êrîşên Moskowayê dene

Îstîxbarata Rûsî encama raportên xwe belav kiriye.

Li gor çapemeniya Rûsî, îstîxbarata vê welatî raporta xwe ya derbarê lêkolînên taybet bi êrîşa 22ê Adaryê ya li Moskowayê amade kiriye û di raportê de zaniyariyên nû hatine bidestxistin.

Çapemeniya Rûsî diyar kiriye ku, piştî lêkolînên taybet yên îstîxbaratî û li gor îfadeyên êrîşkaran her yek ji Amerîka, Brîtanya û Ukrayna li pişt êrîşên 22ê Adarê dene û destê wan di wan êrîşan de heye.

Weke tê zanîn duhê jî Serokê Rûsyeyê gotibû ku, bo wan gelek girînge daku, bizanin destê çi aliyekî li pişt wan teqînane.

 

 

Top