• Monday, 13 May 2024
logo

Şandeke Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê bi Wezareta Darayî ya Îraqê re dicive

Gulan Media April 28, 2024 Nûçe
Şandeke Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê bi Wezareta Darayî ya Îraqê re dicive

 Şanda Teknîkî ya Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezareta Darayî ya Îraqê re danûstandinan li ser pirsên mûçeyên meha Nîsanê yên fermanberan, danedesta dahatên negirêdayî petrolê ji bo Îraqê û çend pirsên din dike.

Şanda Teknîkî bi serokatiya Birêveberê Hijmarkariya Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Ebdilqadir duhî (Şemî, 27.04.2024) gehşt Bexdayê.

Şanda Teknîkî ya Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê sibeha îro (Yekşem, 28.04.2024) bi merema danûstandinan li ser pirsên mûçeyên meha Nîsanê yên fermanberan, danedesta dahatên negirêdayî petrolê ji bo Îraqê û çend pirsên din bi Şanda Darayî ya Îraqê re dest bi civînê kir.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê li roja Çarşemê, 24.04.2024, di ragehandinekê de tekez kir, “Nabe em çi behaneyekê ji bo Wezareta Darayî ya Îraqê bihêlin ku ji bo xercnekirina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bike behane”.

Her bi vê meremê jî, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê û Şanda Danûstandinnan raspart, ya ku di qanûnên berkar ên federalî de hatiye destnîşankirin wekî para gencîneya federalî ji dahatên negirêdayî petrolê hatiye bidestxistin li Herêma Kurdistanê li ser hejmara Wezareta Darayî ya Îraqê bê zêdekirin.

 

K24

Top