• Sunday, 28 April 2024
logo

Hejmara kuştiyên li Dêrezorê bû 16 kes

Gulan Media March 27, 2024 Nûçe
Hejmara kuştiyên li Dêrezorê bû 16 kes

Hejmara kesên ku di êrişa duh a li Dêrezorê de hatine kuştin gihişt 16 kesan û di nava wan de berpirsekî Îranî û du zêrevanên wî jî hene. 

Duh balafirên nenas, baregehên komên milîsên Îranê yên li Dêrezorê bombebaran kiribûn.

Rojnameya El Wetenê ya hikumeta Şamê ragihandibû ku balafirên Amerîkayê herêmên Salihiye, Meyadîn, Elbûkemalê  û Qisûr ên Dêrazorê bombebaran kirin.

Amerîkayê êriş red kir

Lê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku êriş ne wan kiriye.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, di êrişê de 16 çekdarên komên ser bi Îranê ve hatine kuştin.

Hat ragihandin di nav wan de Berpirsê Pêwendiyên Supaya Pasdaran a Îranê û 2 zêrvanên wî hene.

Balyozxaneya Îranê ya li Şamê jî piştrast kir ku di nava kesên hatine kuştin de endamekî Supaya Pasdaran a Îranê heye.

Herwiha ajansa fermî ya  Îranê jî Îsraîl bi kuştina wî şêwirmendê Supaya Pasdaran a Îranê bi navê Behrûz Wahdî tohmtebar kir.

Ji aliyê din ve, Serokê Rêxistina Tendrustiya Cîhanî (WHO) ragiahdn ku fermanberekî rêxistina wan ê bi navê Îmad Şehab canê xwe ji dest daye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku  piştî balafireke Îranê barê xwe li balafirgeha leşkerî ya Dêrezorê didane bombebaran dest pê kiriye.

Li gorî SOHRê di wê balafirê de Pasdarên Îranê û amûrên lojistîk hebûn.

Grûpên ku Îran piştgiriya wan dike di nav rêzên artêşa Sûriyeyê de cih digirin û gelek caran ji aliyê dron û balafirên şer ên Îsraîl û Amerîkayê ve tên bombebarankirin.

Piştî şerê Îsraîl û Hemasê êrişên grûpên çekdar ên li dijî hêzên Amerîkayê yên li Sûriye, Îraq, Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêde bûbûn.

28ê Kanûna Paşîna 2024an di encama êrişeke dronî ya li baregeha Amerîkayê ya li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê canê xwe ji dest dabû û 25 jî birîndar bûbûn.

Grûpa bi navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrişê girtibû ser xwe.

Piştî vê êrişê Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê bi dijwarî van grûpan bombebaran kiribûn.

Ev êrişa dawî 3yemîn êrişa mezin e ku li dijî van grûpan pêk tê.

 

Rudaw

Top