• Sunday, 28 April 2024
logo

Amerîka bêalî ma: Îsraîlê serdana xwe ya Washingtonê betal kir

Gulan Media March 26, 2024 Nûçe
Amerîka bêalî ma: Îsraîlê serdana xwe ya Washingtonê betal kir

Îsraîlê serdana şandeya xwe ya ku dê ji bo mijara Refahê biçûya Washîngtonê betal kir.

Di Konseya Ewlehiyê ya NYyê de derbarê biryara banga agirbestê ya ji bo Xezeyê de deng hat dayîn.

Pêşnûma bi 14 dengên "erê" û dengekî "bêalî"  hat qebûlkirin.

Buroya Çapemeniyê ya Serokwezîrtiya Îsraîlê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û nerazîbûn li hemberî qebûlkirina pêşnûmaya agirbestê nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat gotin "Amerîkayê metna nû ya banga agirbestê ya ku behsa berdana girtiyan nake îro veto nekir."

Hat gotin ku tevgera Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî zererê dide hewldanên şer, berdana kesên dîlgirtî û civaka navneteweyî behsa berdana dîlan nake û agirbesteke wiha hêviyê dide Hemasê.

Pêşnûmaya biryarê ya agirbestê hat qebûlkirin

Li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji bo ku li Xezeyê agirbesteke mayînde û daîmî çêbibe pêşnûmaya biryarê ya ku dixwest di meha Remezanê de divê bilez agirbest çêbibe, hat qebûlkirin.

Di konseya ku 15 endamên wê hene de pêşnûmaya ku ji aliyê Cezayîr, Ekvator, Guyana, Japonya, Malta, Mozambîk, Koreya Başûr, Sierra Leone, Slovenya û Swîsreyê ve hatibû amadekirin bi 14 dengên "erê" û dengekî "bêalî" hat qebûlkirin.

Amerîkayê dengê "bêalî" bi kar anî.

 

Rudaw

Top