• Saturday, 27 April 2024
logo

Parlamenterek: YNKê karta herî giring a kurdan zewt kiriye, eger na bi yek rojê dê mûçe bê çareserkirin

Gulan Media March 26, 2024 Nûçe
Parlamenterek: YNKê karta herî giring a kurdan zewt kiriye, eger na bi yek rojê dê mûçe bê çareserkirin

Endamê lijneya asayîş û berevaniyê li encûmena nûnerên Iraqê ragehand, YNKê karta herî giring a kurdan zewt kiriye, ji ber wê jî hate naha pirsgirêka mûçe her berdewam dike.

Endamê lijneya asayîş û berevaniyê li Parlamentoya Iraqê Segvan Sindî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Peywira Serokomar karta herî bihêz û giringe di dest kurdan de, lê eger ji bo berjewendiyên Herêma Kurdistanê bê bikaranîn, dê bi yek rojê pirsgirêka mûçe bê çareserkirin.’’

Herwaha got, sedemê berdewambûna pirsgirêka mûçe li Herêma Kurdistanê, ji ber ku karta peywira serokomar heta naha nehatiye bikaranîn, sedemê bikarneanîna wê kartê jî ji ber ku YNKê ew kar zewt kiriye.

Parlamenterê kurd diyar kir, bikaranîna wê kartê û dest ji kar kêşana serokomar ne tên pirsgirêka mûçe dê hemû wan fişarên din jî, ku rojekî bi rêya dronan, rojekî bi rêya Dadgeha Federal, rojekî bi rêya wezareta darayî, her rojê bi awayekî êrîş li ser Kurdistanê tê kirin û dê ew hemû jî bi dawî bibin.

Segvan Sindî diyar kir, eger Serokomar dest ji kar jî nekêşe, tenê bikaranîna desthilata xwe ve, dikare wisa bike desthilatdarên Iraqê nikarin ti tiştekî li hember Kurdistanê bikin. Lê ‘’Mixabin naha serokomar jî wek beşek ji hizra derveyî Kurdistanê û siyaseta derveyî kurd danûstanê dike. Ew peywir bûye bar li ser milê kurdan û nikare bi wê rêyê ve çi liberabûnekî li hember çi biryarekî bê kirin.’’

 

Basnews

Top