• Sunday, 28 April 2024
logo

Grûpên ku Îran piştgiriya wan dike hatin bombebarankirin: 9 kuştî

Gulan Media March 26, 2024 Nûçe
Grûpên ku Îran piştgiriya wan dike hatin bombebarankirin: 9 kuştî

Li parêzgeha Dêrezorê, li dijî grûpên ku Îran piştgiriya wan dike êrişên esmanî hatin kirin.

Di encama bombebaranê de herî kêm 9 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn

Balafirên ku ne diyar in ên kîjan welatî ne li Dêrezorê grûpên ser bi Îranê bombebaran kirin.

Herwiha hat ragihandin ku di êrişan de depoyên cebilxane jî di nav de 10 baregehên leşkerî hatine bombebarankirin

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di êrişan de fermandarekî pilebilind jî di nav de nêzikî 9 milîsên Îranî hatine kuştin.

Herwiha herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.

Hat îdiakirin êriş ji aliyê Amerîkayê ve bi balafirên şer hatiye kirin.

Derbarê êrişan de heta niha ji aliyê Amerîkayê ve ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Li aliyê din SOHRê diyar kir ku piştî êrişê îro danê sibê dron li ser navçeya Elbûkemalê ya parêzgeha Dêrezorê geriyane.

Grûpên ku Îran piştgiriya wan dike di nav rêzên artêşa Sûriyeyê de cih digirin û gelek caran ji aliyê dron û balafirên şer ên Îsraîl û Amerîkayê ve tên bombebarankirin.

Piştî şerê Îsraîl û Hemasê êrişên grûpên çekdar ên li dijî hêzên Amerîkayê yên li Sûriye, Îraq, Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêde bûbûn.

28ê Kanûna Paşîna 2024an di encama êrişeke dronî ya li baregeha Amerîkayê ya li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê canê xwe ji dest dabû û 25 jî birîndar bûbûn.

Grûpa bi navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrişê girtibû ser xwe.

Piştî vê êrişê Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê bi dijwarî van grûpan bombebaran kiribûn.

Ev êrişa dawî 3yemîn êrişa mezin e ku li dijî van grûpan pêk tê.

 

Rudaw

Top