• Saturday, 27 April 2024
logo

Kerkûk – Pirsgirêkekî nû li pêş peywira parêzgariyê ye

Gulan Media March 24, 2024 Nûçe
Kerkûk – Pirsgirêkekî nû li pêş peywira parêzgariyê ye

Serokê berê yê lijneya yasayî ya encûmena parêzgeha Kerkûkê radigehîne, rêveberina bajêr ji aliyê wezîr ve tiştekî ne pêkan e, eger alî rêknekevin dikare encûmen bê hilweşandin û helbijartineke nû bê kirin.

Îro 24.03.2024ê serokê berê yê lijneya yasayî li encûmena parêzgeha Kerkûkê Mein Mihemed ji çapemeniya Iraqê re ragehand, destbikarbûna wezîr ji bo peywira parêzgariya Kerkûkê bi wekalet tiştekî ne pêkan e.

Herwaha diyar kir, rêveberina rêveberiya parêzgehê bi wekalet ne tiştekî pêkane, heta eger alî jî rêknekevin ew yek her nabe û got: ‘’Dikare li ser bingehê yasaya hejmara 20 encûmena parêzgehê bê hilweşandin û helbijartinekî nû bê kirin.’’

Zêdetirî 3 mehe helbijartina encûmena parêzgeha Iraqê birêve çû, lê ji ber nerêketina aliyan li ser peywira parêzgarê Kerkûkê heta naha parêzgar diyar nebûye. Çend pêşneyar jî hebûn ji bo ku peywira parêzgarê bajêr ji bo 16 mehan li gel pêkhateyekî wî bajarî be, lê rêkeftin nehate kirin. Herwaha pêşneyarekî din jî hebû rêveberiya bajar ji aliyê wezîrekî hikûmeta Iraqê ve bi wekalet bê kirin, lê ew jî hate red kirin.  

Basnews

Top