• Saturday, 27 April 2024
logo

Li ser gora Ehmedê Xanî bi dirûşmên Kurdistanî Newroz hat pîrozkirin

Gulan Media March 22, 2024 Nûçe
Li ser gora Ehmedê Xanî bi dirûşmên Kurdistanî Newroz hat pîrozkirin

Ciwanan ji bo pîrozkirina Newrozê bi dirûşmên Kurd, Kurdî û Kurdistanê berê xwe da gora pêşengê netewperweriya Kurdî Ehmedê Xanî.

Endamên Platforma Ciwanên Serbixwe şeva çarşemê Newroz li ser Gora Ehmedê Xanî ya li navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriyê pîroz kir.

Bi dehan endamên ku ji bajarên cuda li Bazîdê kom bûn, bi meşale û dirûşmên Kurdî meşiyan ser gora Xanî.

Rêvebirê Plarforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azad diyar kir ku ji bo ragihandina îradeya bilind a doza neteweyî ew Newrozê li ser gora Ehmedê Xanî pîroz dikin.

Endamên platformê bal kişand ser zimanê Kurdî û da zanîn ku dê ji vir pê û ve li Kurdistanê neteweperweriya Kurdî xwedî gotin be.

Endamên Platforma Ciwanên Serbixwe bi cilên Kurdî beşdarî ahenga Newrozê bûn û govend gerand û stranên Kurdî gotin.

Herwiha gelek kes jî bi armanca piştgiriyê beşdarî ahenga Newrozê ya li ser gora Ehmedê Xanî bûn.

 

Rudaw

Top