• Saturday, 27 April 2024
logo

Komeleya Nûbihar bi vîdeoyên zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Komeleya Nûbihar bi vîdeoyên zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Navenda Komeleya Nûbiharê li gel zarokan vîdeoyek amade kir û Cejna Zimanê Kurdî Pîroz kir. Navenda Komeleya Nûbiharê Ya Şaxa Diyarbekir bang li raya giştî kir ku bila herkes li zimanê xwe xwedî derbikeve.

Celadet Alî Bedirxan, 15ê Gulana 1932yan li Şamê kovara Hawarê bi tîpên latînî derxist û ev gav, bû destpêka alfebaya nû ya kurdî. Ji ber giringîya vê rojê ji sala 2006an vir ve 15ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Navenda Komeleya Nûbiharê ya li Diyarbekirê îsal ji bo pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî biryar da ku bi zarokan ra vîdeoyekê amade bike. Komeleyê amaje kir ku ji bo paşeroja Kurdî zarok xwediyê roleke girîng in û divê zarok bi Kurdî bipeyivin û ji bo ku malbatên Kurd bi vê bihesin, komeleyê xwest ku di 89. salvegera Hawarê da 89 vîdeoyên zarokan bikişîne û wan bike klîp.

Komeleyê da zanîn bi vê mebestê ji çar aliyên Kurdistanê û ji her derê dinyayê ji Kurdan vîdeoyên zarokan yên li ser zimanê Kurdî hatin xwestin. Gelek vîdeo kom bûn û yên baş ji van hatin hilbijartin.

Di vîdeoyan da her zarokekî li ser zimanê Kurdî hevokeke cuda dibêje. Hinek zarokan bi kincên kurdewarî û bi dîmenên taybetî vîdeoyên xwe kişandine.

Vîdeo bi zaravayên Kurmancî, Zazakî û Soranî hatine kişandin û di dawiyê da bi van vîdeoyan klîbek hatiye amadekirin.

K24
Top