• Friday, 19 April 2024
logo

Berhema Eymen Zêdan bi Kurdî derket

Berhema Eymen Zêdan bi Kurdî derket
Yekem berhema kurte çîrokan ya ekterê Sûrî yê navdar Eymen Zêdan ji bo zimanê Kurdî hate wergerandin û çapkirin.

Eymen Zêdan di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re got, ku şanaziyeke gelek mezine ji bo wî, ku kurte çîrokên wî bigihin ber destê birayên Kurd û tekez kir, ku di rojên bê de, wê hin berhemên din jî bi Kurdî werin weşandin.

Berhema wî ya bi navê Rû ji aliyê Şêrzad Besrawî ve ku ji xelkê Kobanî ye hatiye wergerandin, û ji aliyê weşanxaneya Ava ve ku navenda wê ya sereke li bajarê Kobanî ye, hatiye çapkirin, û tê de behsa trajediya şerê navxwe yê Sûriyê dike.

Eymen Zêdan ji Rûdawê ragihand, ku di naveroka wê de, wî xwestiye bide nasîn, ku çawa xelkê Sûriyê karîbû li hember zulm û zêdegaviyan, raweste, û li hember talan û kuştinê xwe ragire.

Ew ekterê Sûrî yê navdar dibêje, “Şanaziyeke gelek mezin e bo min ku kurte çirokên min bigihin ber destê birayên yên Kurd, ev jî dibe derfetek ku sipasiya dezgeha Ava bikin û rêvebirên wê, ku bi vê gavê rabûn û guhdan bi berhemên min kirin.”

Li ser naveroka vê berhema xwe jî Eymen Zêdan dibêje, “Komberhemên min bi navê Rû, behsa karîgeriya şerê Sûriyê li ser çend kesên ku min dîtin, dike, an behsa ew kesên ku karibûn aram bin û li hember zulmê xwe ragirin, gelek kêfxweş im ku ev hewl dan, nav destê birayên me yên Kurd be. Bi rastî ez hêvî dikim ku berhema min hêjayê guhdanê be, û layiqî xehxwariya we be, careke din gelek spas ji weşanxaneya Ava û gelek sipas ji televizyona ku ez jê hez dikin, Televizyona Rûdawê.”

Rudaw
Top