• Saturday, 27 April 2024
logo

Çar stranên Seîd Gabarî ji nû ve têne tomarkirin

Çar stranên Seîd Gabarî ji nû ve têne tomarkirin
Îro salvegera koça dawî ya hunermendê Kurd Seîd Gabarî ye. Seîd Gabarî 4ê Gulana 2020an li Hewêrê jiyana xwe ji dest dabû. Herwiha muzikjên Êziz Kerîm li Almanyayê çar stranên Seîd Gabarî ji nû ve tomar dike.

Hunermendê navdar ê Rojvayê Kurdistanê Seîd Gabarî di 13ê nîsana 1956an de li gundê Xirbê Kejê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê û bavê 7 zarokan bû.

Gabarî hêj di zarokatiya xwe de dest bi hunera kurdî dike û di 1966an de helbestvanên kurd Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj nas dikin û gelek helbestên wan dikin stran.

Hunermendê Kurd ji ber straneke şoreşgerî sala 197yê li konsereke mezin li Qamişloyê tê girtin û piştre ji ber zextên siyasî ew neçar dibe ku derkeve Ewropa û sala 1989ê di temenê xortaniya xwe de bi rêya Çekuslovakya xwe digihîne Almanyayê.

Seîd Gabarê 1979 ji Rojavayê Kurdistanê derdikeve ê çûye di nav beşdarî refên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bûye.

Seîd Gabarî, xezîneyeke hunera kurdî bû, hem dengê folklora kurdî bû hem jî dengekî xweş yê hunera netewî û şoreşgerî bû. Bi sedan stran çêkirin û gotin, lê strana herî zêde di bîra xelkê de ma Bilbilê Dilşad bû, ku seydayê Tîrêj ew nivîsandibû.

Pismamê Seîd Gabarî yê bi navê Ebdulselam diyar kir ku Gabarî hêj zarokatiya xwe meraqa dengan dikir.

Stranbêje Îmad Kaklo ku ji sala 2016ê ve di hemû konser, aheng û helkeftên hunerî de ligel Seîd Gabarî bûye, ww bi dengeke xemgîn û çavên bi rondik, bîranînê mamostayê xwe yê hunerî dibêje û diyar dike û kesekî din weke Seîd Gabarî dubara nabe.

Stranbêje Îmad Kaklo dibêje: “Gelek hunermend hene, lê yek Seîd Gabarî nîne, çimkî xelk ji wî fêr dibûn. Gelek hunermendan dixwest deng, tembûr û jirekbûna wan weke ya Seîd Gabarî bin. Rast e gelek hunermend hene, lê kesek wek Seîd Gabarî dubare nabe.”

Kurê mezin ê Seîd Gabarî, Bêkes Gabarî dibêje: “Wek bav min kesek weke wî nedîtiye. Dilê wî gelek paqij bû û kêfa wî gelek ji zarokên wî hemûyan re dihat û hezkirina ji bo hemûyan zêde bû.”

Muzikjên Êziz Kerîm jî diyar kir ku çar stranên Seîd Gabarî bi awayeke nûjen dubare tomar kirine.

Top