Derhênerekî Rojhilatî bi koronayê canê xwe ji dest da
![Derhênerekî Rojhilatî bi koronayê canê xwe ji dest da](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/5b6b7f38870d46d0315571e483162e33_L.jpg )
Duhî li Tehranê, derhêner û lîstikvanê kurd Mensûr Çemenî bi koronayê canê xwe ji dest da.
Mensûr Çemenî xelkê bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê bû û di hemû berhemên xwe de behsa êş û kul û derdên kurdan dikir.
Wî hunermendê kurd di gelek festîvalên sînemayê de gelek xelat bi dest anîbû.
basnewa