• Friday, 19 April 2024
logo

‘Barê Giran’ li Amerîkayê hat xelatkirin

‘Barê Giran’ li Amerîkayê hat xelatkirin
Fîlma bi navê Barê Giran a derhênerê Kurd Yilmaz Ozdîl di 8emîn Festîvala Fîlm a Navdewletî ya FOLCS a New Yorkê de hat xelatkirin.

Çîroka Barê Giran li ser jiyana kesê bi navê Avdel e ku hewl dide debara jiyana malbata xwe û xwîşk û biraziyê xwe dabîn bike û li Mêrdînê hatiye berhemanîn.

Barê Giran ku ji aliyê derhênerê Kurd Yilmaz Ozdîl ve hatiye berhemanîn di 8emîn Festîvala Fîlm a Navdewletî ya FOLCS a New Yorkê de beşdar bû û hêjayî baştirîn kurte fîlm hat dîtin.

Yilmaz Ozdîl ji Rûdawê re ragihand, ev 27emîn xelat e ku Barê Giran wergirt.

Ozdîl diyar jî kir ku Barê Giran heta niha ji bo derdora 100 festîvalên navdewletî hatiye qebûlkirin.

Barê Giran di sala 2019an de ku kurtefîlma herî zêde xelat wergertî ye, di sala 2021an de bibû berbêjera Oscarê.

Derhêner Yilmaz Ozdil sala 1979an li Gevera ser bi Colemêrga Bakurê Kurdistanê ve ji dayîk bûye û sala 2002an ji Peymangeha Ragihandinê ya Zanîngeha Enqerê der çû û heta niha wek derhêner beşdarî di gelek festîvalên navdewletî de kiriye û gelek xelat wergirtine.

Rudaw
Top