• Saturday, 27 July 2024
logo

Îran – Di 10 mehan de 100 jin bi destên merivên xwe yên herî nêzîk ve hatine kuştinÎran – Di 10 mehan de 100 jin bi destên merivên xwe yên herî nêzîk ve hatine kuştin

Gulan Media February 18, 2024 Civakî
Îran – Di 10 mehan de 100 jin bi destên merivên xwe yên herî nêzîk ve hatine kuştinÎran – Di 10 mehan de 100 jin bi destên merivên xwe yên herî nêzîk ve hatine kuştin

Rojnameyekî Îranê di raportekî de behsa kuştina 100 jinên li Îranê dike, ku hemû ji aliyê bav û bira û hevjînên xwe ve hatine kuştin.

Li gor raporta rojnameya ‘’Îtîmad Online’’ a Îranê, di heyama 10 mehan de bi dehan jin bi destê hevjîn, bira û bav û mamên xwe ve, bi bahaneya pirsgirêka civakî û namûsê hatine kuştin û yasayên Îranê jî rê xweşkerin ji bo kuştina jinan bi destê zilamên malbata xwe ve.

Li gor raporta Îtîmad Online paytexta Îranê Tehran bajarê herî zêde jin lê hatine kuştin e, ku tenê li Tehranê 25 jin hatine kuştin.

Ji aliyê din ve Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw di raportekî de ragehand, tenê di meha borî de herî kêm 9 jin li Îranê bi destên kesûkar û merivên xwe yên herî nêzîk ango bi destê kesên malbatên xwe ve hatine kuştin.

 

Basnews

Top