• Saturday, 20 April 2024
logo

Li Qamişlo festîvala stranên Suryanî

Li Qamişlo festîvala stranên Suryanî
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê festîvala stranên Suryanî li dêra Mar Yeqûb bi beşdariya Mitranê Cezîrê û Firat Morîs Emesîh û hunermenda navdar ya Sûrî Sulafa Fewaxir birêve çû.

Hunermenda Sûrî Sulafa Fewaxircî kêfxweş e ku Suryan guh didin çand û huner û zimanê xwe.

Hunermend Sulafa Fewxir “Ez ji aliyê Ebrîşeya Hesekê û Firatê û Keşe Morîs û komîteya hunerî hatime vexwendin ji bo ku beşdarî festîvala strana Suryanî bibim, ez gelekî kêfxweş im ku ez di nav xelkê de me, ez gelekî kêfxweş im ku ew girîngiyê bi hunera Suryanî didin.”

Metranê Cezîrê û Hesekê Morîs Emesîh “Ev ahenga 27emîn ya festîvala strana Suryanî ye li bajarê Qamişlî, ku hemû pêkhateyên me, Suryan û Ereb û Kurd têde dijîn, em vê strana pêşkeşî hemû xelkê me yê Suriyê dikin, em bi hev re di van rojan de bi aştiyê dijîn, em bi tîpên Suryanî dijîn, ji ber ku ew zimanê dayikê yê Sûriyê ye.”

Di kirîza Sûriyê de hejmara Suryanan li Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî kêm bûye, Suryan di demên dawî de ji berê zêdetir dixwazin çand û kultura xwe nîşan bidib û dixwazin di Sûrya bê de zimanê wan jî bibe fermî.

Rudaw
Top