• Saturday, 27 July 2024
logo

Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê: Astengiyên li ber weşanxaneyên Rojavayê Kurdistanê naqedin

Gulan Media November 29, 2023 Hunerî
Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê: Astengiyên li ber weşanxaneyên Rojavayê Kurdistanê naqedin

 5emîn Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê di roja 6emîn de berdewam e

Weşanxaneyên Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê yên beşdarî pêşangeha Navdewletî ya Silêmaniyê bûne dibêjin, “Bi qeyrana li Sûriyeyê re ti welatî vîze neda me.

Me nedikarî beşdarî pêşangehan bibin lê mêjûya pirtûkên me kevnar in û em dixwazin bidin nasîn.”

Li Hola Pêşangehên Navneteweyî ya Tasluxe ya parêzgeha Silêmaniyê 5emîn Pêşengeha Pirtûkan a Navndewletî ya Silêmaniyê hat vekirin û 6 roj in berdewam dike.

11 weşanxaneyên Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê beşdarî pêşangehê bûn.

Lewra ji ber şer û qeyrana li Sûriyeyê weşanxane ji ber astengoyên vîzeyê nedikarîn beşdarî pêşengehên navneteweyî bibin.

Berpirsên weşxaneyan ji nûçegihana Rûdawê Helebce Sedûn re behsa pirsgirêkên ku rû bi rû bûne û behsa pêşengeha li Silêmaniyê kir.

“Aloziyên li Sûriyeyê bandorê li hemû welatiyan kir”

Yek ji wan weşanxaneyan jî weşanxaneya Nasîf e.

Weşanxane ji Şama paytexta Sûriyeyê bi hezar û 500 berhemên cuda beşdarî pêşengehê bûye.

Xwediyê Weşanxaneya Nasîfê, Cemal Mihemed Nasîf got:

“Me pirtûkên cuda yên ji Misir, Sûriye û ji Peymangeha Almanyayê ya Beyrûtî bi xwe re anîne.

Herwiha pirtûkên Îslamî yên taybet, cureyên wekî fiqih, felsefe, tesawif û îrfanê yên bi zimanê Erebî hatine nivîsîn hene.”

Cemal Mihemed Nasîf ku 55 salî ye, dibêje weşanxane ji bav û bapîran ji wî re maye.

Weşanxaneya ku 60 sal in bê navber dixebite, ji ber şer û aloziyên li Sûriyeyê 2 salan hatibû girtin.

Cemal wiha behsa pirsgirêkên ku rû bi rû bûne kir:

“Aloziyên li Sûriyeyê bandoreke mezin li gelê herêmê kir lê gelê Sûriyeyê gelekî xweragir e.

Wê demê me hewl da ku em bixebitin. Me pirtûk çap dikirin û belav dikirin.

Me di hemû pêşangehên navnetew û welatên Ereb de cihê xwe digirt.”

Ji 15 welatan, nêzîkî 200 weşanxane beşdarî pêşangeha navneteweyî ya li Silêmaniyê bûn.

Piraniya pirtûkan bi zimanê Erebî ne

Weşanxaneya Nasîf cara 4an e ku beşdarî pêşengeha Silêmaniyê dibe.

Yek ji taybetmendiyên weşanxaneyê ew e ku temenê pirtûkan ji 100 sal î mezintir e.

Ew ji ber vê sedemê dixwazin li gelek deverên cîhanê bigerin û pirtûkên xwe pêşkêş bikin.

“Piştî kirîza Sûriyeyê, gelek welatan vîze ne dida”

Xwediyê weşanxaneya Deqaqê Hesen Deqaq jî got:

“Alozî û krîza li Sûriyeyê gelekî bandor li ser karê me kir lê çapkirinên me berdewam bû.

Ji bilî qeyranê tişta ku herî zêde bandorê li me kir nêzîkatiya welatên ji derve bû.

Piştî kirîza Sûriyeyê, gelek welatan vîze ne dida Sûriyeyiyan ku beşdarî pêşangehan bibin.”

 

Rudaw

Top