• Friday, 03 May 2024
logo

Ta çi astî aramkirina rewşa niha ya Kurdistanê berpirsyaretiya hemû partiyane??

Ta çi astî aramkirina rewşa niha ya Kurdistanê berpirsyaretiya hemû partiyane??
Ew rewşa heyama 40 rojane li bajarê Silêmaniyê û hin qeza û navçeyên wê hey, her çawa hatibe holê pêdivî bi çareserkirinê ye, û gereke herdu alî, partên hikûmdar YNK û PDK û aliyê opozisyonê Komele, Yekgirtû û Goran bizava ji bo aramkirina vê rewşa niha bikin. Wate li vir erkê aramkirina rewça Silêmanî û hin navçeyên derdur ne tenê li ser milên Partî û Yekêtiye belku erke li ser milên hemû aliyan û gereke opozisyon jî di vê qeyranê de alîkara Partî û Yêketî be daku ew pirsgirêka li wê derê were çareser kirin, bizav ne yên kirin daku ew xwenîşandan hemû Kurdistanê vegirin yan bi zimanê dijwar bizav bê kirin daku rewş aloztir bib û ji bo hind berjewendên partatî yarî bi hemû destkeftan bê kirin, û çarenivêsê herêma Kurdistanê bikeve metirsiyê. Ev jî ji ber wê ku rewşa siyasiya niha ya Kurdistanê pêdivî bi vexwêndinek durhêlane heye û gereke ji nava durhêlê çareseriya pirsgirêkan bê vedîtin, nek bizav bê kirin li gor hin binemayên têwirî yan nêrînên aliyekê siyasiyê diyar kirî be, îça kêmine be yan piranî be, ya ji vê xerabtir hêrişa ji nav birina destkeftan bê kirin, ev rengê siyasetê ku di bineret de kompromayiz û nermî nişadan û ghiştina çareseriyeka navinçî ji mêtyota siyasî tê wergirtin, di heman dem de bi awayekê arastê demokratiyê û hev qebûl kirinê tê guhartin bo hev qebûlnekirinê û dijminahiyê dirustkirina dijwariyan, lewre di vê rewşê de hinek deriyê ji hev famkirinê venabin û hinek pirosêsên geneşê û bihev re kar kirinê na mînin.

Nermî nîşadana Partî û Yekêtî û daxwazên aliyê opozisyonê

Beyannama hevbeşa Partî û Yekêtî weke bersivek ji bo piroja opozisyonê, dîsanê opozisyonê wesa tefsîr kir ku Partî û Yekêtî ne berhevin bersiva daxwaziyên opozisyoê bidin, lê bi nivêskî di beyannama Partî û Yekêtî de hatye (me di dema xwe de bersiva van xalan daye ku dikevin nava piroja 17 xalî ya perleman û pirogirama serokê herêmî û biryarên serokê hikûmetê... tevî wê jî em amadene li ser van xalan baxivin taku rêkevin. Mesela xerapkirina hikûmeta herêma Kurdistanê ku ew daxwazdikin tiştek ne qanûnî û ne şeriye, lewre em pêkanîna hikûmetek demkî qebûlnakin) ev rêzkên dinava wan kivanên serî de nermiyek wesa zêde têdaye ku deravî ji bo wê nahêle kes hizir bike desthelat piroja opozisyonê qebûl nekiriye û çi hisab bo nekiriye, lê tenê ji ber xalekê aliyê opozisyonê dibêje piroja me qebûl nekiriye ew jî ku Partî û Yekêtî weke du aliyên dshelatdar daxwaza wê kiriye ku wana jî piroja xwe weke ya opozisyonê hebe ku bi mafê xwe dizanin û gereke opozisyon jî rêzê li piroja wan bigrin û gengeşê bi hev re bikin û hemû alî bên razîkirin, lê daxwazkirin li ser wê ku bê gengeşe piroja opozisyonê were cêbecêkirin eve dikeve dervey karê siyasiyê civaka demokrat, di vê barê de derbarî aramkirina rewşa silêmaniyê û derdur û çareserkirina wê pirsgirêkê, Yosiv Mihemed rêveberê navenda vekolînên siyasiya tevgera Goran bi vî awayî ji golan re peyvî: "nerazibûnên herêma Kurdistanê ne taybetin bi silêmaniyê û navçeyên wê tenê belku li hemû bajar û deverên din yên herêmê nerezayî heye, ta niha çendçara daxwaza xwenîşandanê li hewlêrê hatiye kirin lê desthelatê moleta xwenîşandanê nedane, lê li silêmaniyê xelkê desthelat neçar kirye û xelik her xwenîşandana dike û desthelata silêmaniyê nikariye bi çek xwenîşanderan bi tirsîne, lê li her derek din jî dema karibe bi tundî bersiva xwenîşanderan daye, herwesa gereke ji bîra me ne çe ku ta niha li herêmê du îdareyî heye,.

Derbarê çawaniya aramkirina rewşê bi ya me du rê li ber desthelatê hene yek jê ewe ku mîna qezavî hêzên ewlehiyê û çekdarên xwe bînin wan çihên xwenîşandan lê henî û xelkê bêdeng bikin, helbet bi ya min eve bi sernakeve, herçnde beşek ji nava desthelatê weha difikire ku ev bi hêz û çek dê çareserbibe, belge jî ew beyannama ji aliyê desthelatê ve bo bersivdana opozisyonê bi tûnd û hêrişane hatiye dan.

Rêya duyê ewe ku desthelat li pey daxwazên xelkî û opozisyonê biçe û bizava guhartinên rîşalî li herêma Kurdistanê bikin destê gendelkaran bê birîn hêzên çekdar û ewlehiyê di destê partiyan de ne minin û Partî û Yekêtî weke du partên siyasî bimînin ku di rabirdû de mina partên din xizmeta herêma Kurdistanê kirye".

Ev boçûna Yosif Mihemed endamê şanda tevgera Goran di gengeşa tevî Partî û Yekêtî amajepêkirî, ta radekê zor weke helwîstê fermî yê tevgera Gorane, lê pirsa serekî gelo aliyên din yê opozisyonê jî her ew helwêstê dijwar heye, yan biyavek ji bo zimanê diyalokê û ji hev famkirinê hêlaye, di vê barê de me pirs ji berêz Mewlod Bawemrad endamê mekteba siyasiya Yekgirtuya îslamî kir û bi vî awayê derbarî aramkirina rewşê ji Gulan re axivî: " li destpêkê dixwazim ji wê xalê destpêbikim ku daxwaziya çaksazîkirinê îro li Kurdistanê yekdengiyek niştîmanî û tevgira çivaka Kurdistaniye û hemû part û alî li nava desthelatê û opozisyonê hevdeng û rijdin li ser pêdiviya encamdana çaksaziyan û nehêlana pirsgirêka hebûna gendeliyê, tevî ku nêrînên cuda derbarî çawaniya cêbecêkirina çaksaziyan heye, çi kes û alî dijî çaksaziyan nînin û çaksazî ne dijî serbur û desthelata siyasiya herêmêye, ne dijî hêz û aliyên siyasiye û dikarin ev yekdengiye bibe xala hevbeşa ji hev famkirina gişt aliyan ji bo derbazbûn berev qûnaxeka nû ya siyaset kirinê li Kurdistanê ku taytilê mezin di vê siyasetê de çaksaziya niştîmanî be ku eve jî daxwaziya xwenîşanderan û tevaya xelkê Kurdistanê ye, daku ev gotine ji xewin û xeyala opozisyonê û cemawerî û gotara ciwan û dilxweşkera bê kiryara desthelatê derkevin, gereke ev pirosêsa niştîmanî ya giring ji hesasiyeta parta û çarçûvê milmilanê ya siyasî û şerê hev nehîştinê û derdanê bilindtir bê meyzekirin. Cihê daxêye ta niha em ne piştrastin û ta em negehin têgehiştinek hevbeş metirsî heye, li vir ez dê vegerim pirsa we bi nêrîna me bi rewa zanîna daxwazên xwenîşanderan û danpêdan bi rastiye û geringî dan bi daxwaziyên xwenîşandera ku xwenîşander ji desthelata siyasiya herêmê û saziyên wê (teşrî'î û tenfizî û serokatî) dike, eve xaleka başe û dê bibe destpêkek binaretî û rêxweşker ji bo nîşandana îrada siyasî û destpêkirina çaksaziyan û çareserkirina gendeliyê ko koka daxwaziyên xwenîşanderane, lê eger ji aliyê babetî û pêdiviyatiya kiryarên berçavên îrada siyasî temaşey bersivên wan di dem bûrî de bikin, îrada siyasî dibe berhevî û heza destbijêra hikimdariya vê herêmê ji bo wergirtna wan biryarên ku bersivderên xwastekên xwenîşanderan û cemawerî bi tevayî ji bo çaksaziya giştî bi ser hemû aliyên civaka Kurdistanê de, ev îrade pêdivî bi van xalên piraktîkî heye:

1- Dana biryarê û pabendbûna hikûmetê bi wê piroja hatiye danan ji bo çaksaziyê û weke pirotokulekê di navbera hikûmetê û desthelata siyasî ya herêmê ku xwedî biryare û cemawerê xwenîşander yan civakê de bê îmzakirin.

2- Pabendbûn bi wê mîkanîzma ji bo cêbecêkirina piroja çaksaziy hatiye diyarkirin.


3- Pabendbûn bi dûvçûna îdarî û siyasî û yasayî û nehêlana giriftan di rêya wê piroja îrada siyasî ya herêmê de.

4- Pêşxistin û guhartina mîkanîzman bi merema pêşdeçûna wê pirosesê.


5- Pabendbûn bi encamdan û binecihkirina wê pirosesê.

Eger ji aliyê van xalên pêdivî yên berçavên îrada siyasî temaşey bersiva bikin çima nabin egerê aramkirinê, egerê serekî di dema borî de hevahengiyek nebû belku dabirînek di wan bersivande hebû, perlemanî li 23-2 piroja 17 xalî derxist, me weke Yekgirtû piştevanî bo kir lê nebû kiryar, paşî li 28-2 daxwaziyên xwenişanderan di 37 xalan de bi name ji aliyê serokê hikûmetê hatin bersivdan û dîsan çi nehatkirin, paşî serokê herêmê ji seferê vegerî û hinek pêşinyarên giring xistine mîkanizmên lê nehatin bicihkirin, xwe îrada siyasî peyvek nîne hema tenê bê gotin gereke kiryar hebe nabê berpirsên herêmê tenê bi gotara wê îrada siyasî derbibirin û bibe qurbana milmilanêya siyasî.

Giftûgoyên zelal tevî xwenîşanderan ku civatek ji xwe re danaye herwesa gereke hemû hêz û alî bê berçavgirtina hesasîyetê hev qebûl kin û guhdariya hev bikin daku bigehin piroja çaksaziya niştîmanî û ew piroje jî yê hemuyan be û derbirînê ji dengê giştiyê gel bike". Eve dîtina Yekgirtuya îslamiya Kurdistanê bo ji bo aramkirina rewşa niha ya herêma Kurdistanê.

Herweha derbarî helwîsta Komela îslamî ji bo aramkirina vê rewşê me pirs ji Ebdulsitar Mecîd endamê mekteba siyasiya Komela îslamiya Kurdistanê kir wî jî bi vî rengî nêrîna xwe ji Gulan re xuyakir: " biyamin herêma Kurdistanê mina hind welatên din, di jiyana siyasî û civakî de di qûnaxek nû de derbaz dibe, ev qûnaxa nû jî pêdivî bi reftarek nû heye, lewre gereke berpirsên herêmê bi desthelat û opozisyon ve pir bi hûrî û wêrekî û xemxar reftarê di gel vê rewşê bikin, lê dawî anîn bi van xwenîşandana carna dibe sedema aloziyê, desthelat dikare xwenîşandan nemînin desthelat wate (hikûmet û perleman û serokatiya herêmê) ew dikarin dawiyê bi xwenîşandanan bînin, ew jî ku divê bersiva daxwaziyên xwenîşanderan bi kiryar bidin, ji ber ku ewa ta niha me guhlê buyî bersivên başin, bersiva serokatiya herêmê û hikûmetê û perlemanê pirojên başin, lê ew biryar û bersive ta niha neketine kar û kiryarê, lewre rêya yekane ji bo çareserkirina vê rewşê bersivdana daxwaziyên xwenîşander û opozisyonê ye.

Derbarî piroja cenabê serokê herêmê jî, bi ya me hinek kêmasî tê de hene, bi taybet di yasaya xwenîşandanê de û di wê benda behsa desteserkirênê dike, ku di xala pênçê de wan hemû yan vedigire ku handan û rêkxerên xwenîşandanê ne, ji berku xwenîşandan neyasayî û bê moletbû. Herweha xaleka din ku dibêje nabe herkesek bi herhêceteka hebe teqê li xelkê bike û bikuje û birindar bike, lê ew kes neyên girtin û lêkolîn tevî wan neyê encamdan, lê dema yek du gotinan bike bê girtin, bi baweriya me rewş nazike, lewre gereke civînên mektebên siyasiyên Partî û Yekêtî tevî her yek ji Goran û Komel û Yekgirtû hatiban karakirin û berdewam ban û biban cihê baweriyê, taku em hemû gehiştiban pirojekê û encamekê ku careseriya pirs û giriftan kiriba, serbarî wê ku me her sê aliyên opozisyonê daxwaza helweşandina hikûmetê kiriye, lê niha jî em dibêjin em amadene ji bo ku pênç qolî rûnîn û bi hav re li ser pirojekê rêkevin daku ev pirsgirêke bê çareserkirin û daxwaziyên xwenîşanderan bên cêbecêkirin û em hemî ji vê arêşê qurtalbin, ji ber ku ev rewşe ji bo me hemuyan nexweşe, em xwe bi xemxar û dilsozên gel û cemawer û milet û welat û hikûmet û perlemanê Kurdistanê dizanin, her gavek û nexşerêyek ji bo çareseriya vê rewşê hebe, em dilsozane û bi wêrekî dê hine pêş û beşdarbin, biya min ew piroja niha opozisyonê pêşkêş kirî ku ji 22 xala pêktê xala dawî daxwaza helweşandina hikûmetê dike, ew wê ramanê nade ku em dijminkariya hikûmetê dikin, belku biya me ev hikûmete di vê qûnaxê de nikariye erkê xwe bicêbike, lewre bi ya me başe hikûmet helweşe û hikûmetek tewafiqî dirust bibe weke biraderên Partî dibêjin hikûmetek berfirehbe û di astê daxwaziyên cemawerî û daxwaziyên xwenîşanderan û opozisyonê de be".

Lê di beramber de Cefer Êmînkî endamê mekteba siyasiya Partî demokratî Kurdistan û endamê şanda Partî û Yekêtî ji bo rûniştina tevî hersê aliyên opozisyonê, derbarî nêrîna Partî u Yekêtî ji bo aramkirina vê rewşê di daxuyaniyekê de ji Gulan re got: " helbet weke xuya merema me aramkirina rewşê ye û em dixwazin baştir û hûrtir di daxwaziyên xwenîşanderan bigehin, ji bo me jî gereke herdu alî (Partî û Yekêtî) bi hev re gengeşê bikin, lê eger yekser diyalok di navbera me û xwenîşanderan de nebe, em nikarin ji hev fambikin. Tevî wê jî berdewam daxwaziyên xwenîşanderan digehin me û em bersiva wan jî didin, lê xuyaye ta niha ji hev nefamkirinek dinavbera me de heye,lewre daku baştir ji hev fambikin gereke li gel hev rûnin û gengeşên yekser tevî serokatiya herêmê û hikûmetê û perlemanê bên encamdan û daxwaziyên xwe zelaltir bikin daku baştir gengeşê li ser bikin, ji ber ku nabe li ser mînberekê yan di rêya midyayan de daxwaziyan bikin bê ku bên rûnin û gengeşê li ser bikin, her eve sedeme ku bersivên me bi hûrî negehin wana, ji ber ku em tevî hev nerûniştîne, lewre gereke diyalokek bihêztir di navbera me û xwenîşanderan de bê holê bi bawera me gereke em herdu alî ji bo aramkirina vê rewşê gavên pêtir bavêjin".

Sebaret aramkirina rewşê û bizavên opozisyonê û desthelatê daku bi hev re bigehin pirojek hevbeş û ji vê giriftê derbazbin Cefer Êmînkî got: " li vir tê hestkirin ku aliyê opozisyonê pêtir şêwazê merc û givaştin bi kartêne, eve li şûna ku werin bi hev re gengeşê bikin daku pêtir li daxwazên xwenîşanderan û opozisyonê vekulin, bi hev re mîkanizmê darêjîn û cêbecêbikin, berûvajî ew dixwazin ji dûr de daxwzên xwepêşkêşbikin, cihê daxêye ez bixwe wesa têdigehim ku merema wan azirandina nêrîna giştiye hember Partî û Yekêtî, ez dixwazin nêrîna min li vêrê ya şaşbe û wesanebe, lê guhartin û çaksazî karê hemû aliyekê ye ne tenê karê berêz serokê herêma Kurdistanê û Partî û yekêtiye, belku karê opozisyonê jî ye, ji berku ew jî di hikûmet û perlemanê de beşdarin û hebûna xwe heye, herweha beriya du salan piraniya serkirdên Goran li îdareya Silêmaniyê berpirsbûn, lewre dîsan dibêjim çaksazî karê hemû aliyekî ye, lê mixabin ewa em dibînin ewe ku opozisyonê nikariye rola xwe ya dirust bilîze ku dikarî rolek bi bandûrtir ji bo aramkirina rewşê bilîze, bi baweriya min ta niha rola xwe baş nelîstiye, lewre daxwazê ji wan dikin bila rola xwe rindtir û bibandûrtir ji bo aramkirina cadeya Kurdî bigêrin, ji aliyekê din de em û ew di welatekî de dijîn ku xwedî sîstemek demokratiye,gereke zimanê diyalokê û têgehiştinê bihêzbêxin daku vê serbûrê pêşbêxin".

Opozisyon û baykutkirina rûniştina asiyiya perlemanê

Aliyekê din ku îro opozisyon rijde li ser ewe ku nabe perleman rûniştina xwe ya asayî girêde û gereke hemû civîn neasayî bin û taybetbin bi rewşa niha, eve di demekê de ku nabe perleman karê xwe yê asayî leng bike û bi zorî yasayan pişt guh bêxe, derbarî girêdana rûniştina perlemana Kurdstanê bi awayek asayî me pirs ji D. Kemal Kerkukî serokê perlemana Kurdistanê kir, çima rûniştin bi awayekê asayî tên li darxistin, herçende aliyê opozisyonê daxwaz dike rûniştin neasayî û girêdayî rewşa niha bin? Di bersiv de serokê perlemana Kurdistanê bi vî awayî ji Gulan re peyvî: " derbarî rûniştinên perlemanê ku bi awayek asayî birêvediçin, ji ber ku li gor yasa û peyrewên navxwe yên perlemanî her dema rêja yasayî temam bû, wate ji 111 perlemantaran 56 perlemantar amadebûn rûniştin bi awayekê asayî birêve diçe, xwe eger ji vê rêjê jî kêmtir be het perleman dikare civînên xwe encambide û gengeşê li ser pirojê karê xwe bike, lê li vir nikare dengdanê li ser biryaran bike, di rewşa niha de weke hemû haydar rêjeya perlemanê temame û bernameyê perlemanê amadeye, lewre bi awayek asayî civînên me birêvediçin, herweha endamên perlemanê nûnerên xelkêne û xelkê dengê xwe dane wana, lewre dema perleman civîna dike ew nûnerê têde berhev nebe ew xedrê li wan welatiyan dike ewên dengê xwe danê".

Her di dirêjiya vê lêkûlînê de û sebaret girêdanên perlemaniyên neasayî ku berê ji ber vê kêşê hatibû girêdan, berêz serokê perlemana Kurdistanê ji Gulan re got: " eger perlemana Kurdistanê di bênvedana xwe de be û rewşek weha were pêş û pêdivî bû perleman li ser bicive, wê li gor yasa û pêwerên navxweyiyên perlemanê rûniştina neasayî bê girêdin, lê piştî xula nû ya perlemanî destpêdike û bernama kar li berdest be, weha rûniştin li gorî yasayê û bi awayekê asayî birêve diçin, lê dîsan eger pirsek derket holê û ji dervey pirogirama karî bû, bo nimûne weke daxwazkirina wezîr pêşmerge ku biryare perleman roja yekşembî gazîbike û civinek neasayî girêbide, roja çarşema were jî wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê dê were gazîkirin".

Derbarî piroja 17 xaliya perlemanê bizava Goran dibêje êflîcbuye û nayê bicêkirin, serokê perlemana Kurdistanê derbarî vê pirsê got: "piroja 17 xaliya perleman bi pirniya dengên perlemantaran hate pesendkirin, lewre kar wê li ser vê pirojê werekirin û kar li ser hind xalan jî hatiye kirin û hind xalên din jî komîteka perlemanê hatiye sipardan daku kar liser bikin û dûvçûnê lê bikin, herweha hind xalên din jî pêdivî bi karkirinê ji dervey perlemanê heye, lewre bi çi awayî piroja 17 xali ya perlemana Kurdistanê piştguhnehavêtiye û kar bi rijdî li ser tê kirin, lê hinek ji wan xalan pêdivî bi dem û karê pêtir heye".

Ewa serokê perlemana Kurdistanê di axivtina xwe de ya ji bo Gulan gotî, ku rûniştinên asayî yên perlemanê li gor yasa û peyrewên navxwe yên perlemanê bi rêvediçin û eger pirsek hebû û pêdivîbû perleman civînên neasayî girê bide, normal perleman civîna ne asayî girê dide, weke wan civînên ku biryare di vê hevtîyê de ji bo gazîkirina wezîrên navxwe û yê pêşmerge were girêdan, lewre di vê çarçûvê de û derbarî baykutkirina rûniştinên asayî yên perlemanê ji aliyê opozisyonê ve, me pirs ji Yosif Mihemed rêveberê navendî yê bizva Goran kir, berêzî weha bersiv da û got: " di demekê de ku xelik li sercadeyane û daxwaziyê wan nayên cêbecê kirin û xelik bi awayekê neasayî dane ber gulan û ew bikuj nehatine girtin, hercende hin kes hene ji aliyê dadgehê ve biryara girtina wan derketiye lê naçin hember dadgehê û tên veşartin, di vê demê de gereke perlemana Kurdistanê li dûv daxwaziyên xelkê biçe û berevaniyê ji welatiyan bike ne herwek wan ageh ne ji bay û ne ji baranêye û biçin gengeşê li ser hin tiştên rotînî bikin û dixazin bodcê derbazkin ku birekê zor ji parê xelkê veşartî hêlaye û çendîn pirojên wehmî têde hene, bi rastî eger perlemanek tevî daxwaziyên welatiyan yên bilez bizavê neke wê demê mafê hêzên opozisyonê ye rexnê li edaya wî perleman bigrin û helwîsta xwe wergirin.

Herweha serokatiya perlemanê rêz li peyrewê navxwe yê perlemanê nagire ku nizî 20 salane hatiye danan û heta niha guhartin têde nehatiye kirin li gor wî peyrewî ecinda perlemanê û dem û gava rûniştina perlemanê tê diyarkirin nek li gor hez û zewqa serokê perlemanê û herdu partên desthelatdare, bernama karê perlemanê li dûv daxwaziyên xelkê û xwenîşanderan diçû nek bodce û tiştên din ku niha rûniştin li ser tên encamdan eve jî karek neasayiye".

Derbarî têkelkirina daxwaziyên xwenişanderan û daxwaziyên aliyê opozisyonê me pirs ji Yosif Muhemed kir gelo ne baştire ev du tişt ji hev werin cudakirin? Di bersiv de got: " eve nêrîna desthelata siyasiye ku bi yawan gereke daxwaziyên xwenîşanderan û opozisyonê ji hev cuda bin, ji ber ku desthelata siyasî li aliyekê ye û cemawerê herêma Kurdistanê li aliyekê dine, ewan li serê giran xanî dirustkirine û li taxên pêşketî û pajarên hevçerx dijîn û nizanin bê karebî û bê avî çiye...., lê hêzên opozisyonê û beşê herî pir yê serkirdên opozisyonê ne mina wanin û di nava xelkê de dijîn û hin jê kirêdarin û sotemenî jî tune û dizanin bê pareyî çiye û dizanin bêkarî çend nexweşe. Lewre opozisyon ji xelkê necudaye û tevî xwastekên xelkê dijîn û tevî xwenîşanderan yekin, herwesa ez dixwazim bêjim ku bi piştevaniya dengê gel opozisyon dimîne, her dema bizava Goran pişt da cadê û cemawerî û xelkê wate ew xwe dikuje, lewre cemawer û opozisyon ji hev naqetin û yekin".

Ewa ji gotinên Yosif Mihemed xuyabuyî ku baykutkirina civînên perlemanê ji aliyê perlemantarên bizava Goran ve biryara navendiya serkirdatiya Gorane, lewre derbarî baykutkirina rûniiştinên asayî yên perlemanê me pirs ji Ebdulsitar Mecid endamê mekteba siyasiya Komela îslamî kir, navhatî ji Gulan re got: " em weke Komela îslamî ta radekê zêde perlemantarên me di helwîst û biryarên xwe de li ser pirsên bilez di azadin, lê bigitî em digel hindêne ku perlemantarên me yên Komela îslamî di rûniştinên perlemanê de beşdarbin, lê gereke serokatiya perlemanê pirs û şêwirê li ser hemû mijaran tevî hemû aliyan bike", derbarî cudakirina xwastên xwenîşandera û opozisyonê û beşdarîkirin di pirosêsa çaksazî û darêtina mîkanîzmekê ji bo nehêlana gendeliyê, endamê mekteba siyasiya Komela îslamî got: " me negotiye em bejdarî darêtina mîkanîzma berhengariya gendeliyê nakin, ew dema cenabê kak Mesûd Barzanê daxwaza vê pirojê kirî, me pirojek amadekir, lê cenabê wî sefer kir, ta ew jî vegerî ev rewşe hate holê ev rewşe jî ji wê mezintir bû ku em behsa pirojekê nehêlana gendeliyê bikin, niha cudahiyek weha ji bo çaksazî û guhartinan di navbera daxwaziyên xwenîşanderan û opozisyonê de nîne, ji ber ku opozisyon demeke daxwaza guhartina û çaksazîya dike, eva niha rûdayî ji encama guhnedana daxwazî û pirojên opozisyonê ye û di civînên me de tevî mektebên siyasiyî yên Partî û Yekêtî me bi têrûtejî bas li van pirsan kirye ku pirsgirêkin û gereke bên çareserkirin, bi nêrîna min gereke opozisyon jî bizavê bike ev dengê neraziyê hey rêkbêxe û xwedanyê lê bike ji bo çaksaziyî û guhartinên baş li herêmê ku bi awayekê weha be welatî pê razî bibin û omêda wan pê hebe û jê piştrastbin. Dîsan dibêjim di vê qûnaxê de me pêdivî bi rûbirûbûnek wêrekî heye, wate desthelat pir asayî û wêrekî dest bi guhartinên mezin bike ku di berjewenda hikûmet û perleman û serokatî û cemawer û opozisyona herêmê de be, dubare dibêjim me piroje amadekiribû û me biryardabû ku di berhengarkirina gendeliyê de beşdarbin, niha em amadene beşdarî guhartina û çaksaziyan û berhengariya gendeliyê bibin, weha eger hemû gendelî û gendelkarî ji nav ne çin jî wê her peşek pir ji navbiçin".

Her di çarçûva pirsa baykutkirin û amadenebûna perlemantarên opozisyonê di rûniştinên asayî yên perlemanê de, Mewlûd Bawemirad endamê mekteba siyasiya Yekgiruya îslamê weha ji Gulan re axivî: " ez weha têdigehim ku rêyên çareserkirina rewşê li ber opozisyonê hatine girtin lewre ew jî hemû rêyan digirin ber daku ji dengderên xwe fedînekin eger aramkirin bi baykutkirina rûniştina perlemanê cêbecê nabe, belku bi îrada siyasiya giştiya desthelata herêmê tê holê, lê niha ji dêla giftûgo û lêktêgehiştin û nêzîkbûna ku tiştek pir pêdiviye ji bo niha ji hev birînek û dûrketinek heye, gereke destpêşxeriyek ji bo ser ji nû li hev komkirina hemû aliyan di diyalokek niştîmanî de were pêkanîn".

Di dirêjiya pirsên Gulan de ji bo Bawemirad, m pirsa wê yekê jêkir çima opozisyonê ecindeya xwe tevlî xwenîşanderan kirye û berhev nînin beşdarî pirojên çaksazî bin? Di bersiv de weha got: " ev sê aliye ku em Yekgirtû aliyekin ku em opozisyonin di perlemanê de, xuyaye li hemû dinyayê wehaye opozisyon wate man li gel cemawerî ji bo bidestxistina dengê cadê û wergirtina dilsoziya xelkê ji bo bi detxistina dengên pêtir bo helbijartinên qûnaxa were, herweha cemawer yeke ji regezên pêkanîna partan çi di nava desthelatê yan opozisyonê de be, dabirîn di ecindeya me de ne bes nayê kirin belku qet nabe.... niha jî çareserî tenê gengeşeye ji bo pêkanîna pirojekê çaksaziya niştîmaniye ku yê kes ji me nebe û yê me hema be.lê mercê serekî ewe ku ew baweriye li dev me hemiya dirust bibe ku Kurdistan ket nava qûnaxek siyasî nû, û rê û hizir û mîkanîzm û sîstemê nû yê îdarekirinê pêdiviye". Derbarî helwîsta wan bo wan pirojên ji bo çaksaziyê hatine berdest Bawemirad dibêje: " ji ber ku temam mîkanîzima îdare di destê desthelatê de ye ez weha dizanim eger erik û berpirsatî biçe ser mêza her aliyekê û gengeşe li ser bê kirin kes dudil nabe, lê berpirsatiya serokê herême ku xwedî desthelata serekiye li vê herêmê ew tenê bes nîne ku bi bazinekê diyarkirî bersiva daxwaziyên xwenîşanderan bide yan pirosêsek çaksaziyê destpêbike belku weke di hemû gotaran de amaje pê tê kirin gereke bizav bêkirin pirojek niştîmanî çaksazî dengê hemû alî li ser heb bi encam bibe piroja herêmê".

Cefer Êmînkî endamê mekteba siyasiya Partî demokratî Kurdistan, baykutkirina rûniştinên perlemanê ji bal perlemantarên opozisyonê ve bi bizaveka din ji bo ji hev dûrketinê û têknegehiştinê da zanîn û di vê barê de weha nêrînaxwe ji Gulan re eşkerakir û got: " ewa niha em dibînin ku opozisyon li dûv yek pir caran beyannama derdixin, li şûna giftûgoyên sê qolî û pênç qolî, eve ji aliyekê ve û ji aliyekê din ve beşdarînekirina wan di rûnişinên perlemanê de wekir ji hev famkirin kêmtir bibe, lewre evan herdu tiştan bi metirsî dizanim ji berku li şûna opozisyon di nava hola perlemanê de beşdarbin û rexne û nêrînên xwe bidin li dervey perlemanê û bi rêya beyannama di dezgehên ragehandinê de nêrîna xwe xuyadikin, lê eger civînên di navbera me de berdewambane em da gehin rêkeftin û encamên baş, herwesa ew her dixwazin em li xwebizivrin û dûvçûna karê xwe bikin em jî dixwazin em hemû bi hevre li şaşitiyên xwe bizivrin û dûvçûna xwe bikin, ji ber vê yekê eger ew pirsgirêkên henî em çaresernekin dê bibe metirsî li ser asayîşa neteweyî ya me hemiya nek tenê ji bo desthelatê belku li ser opozisyonê jî".

Derbarî wê ku Partî û Yekêtî dixwazin daxwaziyên xwenîşanderan ji yên aliyên din bêncudakirin Cefer Êmînkî got: " mafê opozisyonê ye bi her awayekê daxwaziya xwe pêşkêşbike, ew di diyalokê de beşdarine weke çawa em di perlemanê dane û mafê meye em karbikin wesa mafê wane jî karbikin û rexne û pêşinyarên xwe bêxin ber singê hikûmetê, lê di bara xwenîşanderan de em weke Partî demokratî Kurdistan dikarin binavê Yekêtî niştîmanî Kurdistan jî bipeyvin, me daxwaziyên xwenîşanderan bi rewa zanîne û daxwaziyên rewane, eger hinek ji daxwaziyên wan jî di cihê xwe de nebin jî em têdigehin ku ew xwenîşanderin û bo wan diruste daxwaziyekê bikin bi navê daxwaziyek domdirêj û bilez, lewre em têdigehin û bersiva wan jî didin û dê bo cêbecê jî kin, lê hinek ji daxwaziyên wan pêdivî bi mîkanizm û calakkirina hikûmetê ye, xwenîşander ne aliyekê siyasîne, lewre gereke ew daxwazî ji bo aliyekê siyasî bên şandin û ew aliyî jî bike mîkanîzmeka hikumdarî û ji bo calakkirina hikûmetê bikarbê, bo nimûne yek ji wan çaksaziye ev mijare pir sanahî nîne ku di beyannamekê da dê daxwazkem û divê li roja dûv de hikûmet cêbecê bike, ji ber ku ev mijare pêdivî bi dem û mîkanîzim û aliyetekê demûkrasî heye û gereke perleman gengeşê li ser bike û yasayan jê re derxe, li vir me bawerî heye ku xwenîşander inyet pakijin û beyannamên wan jî rewane, lewre gereke ji bo wan jî ew bawerî peydabibe ku aliyê hember wan jî dilpakije û inyet safiye û ew daxwaziyên wan netenê daxwaziyên wane belku daxwaziyên mene jî tenê alavê me û wana ji hev cudaye, daku em bigehin hev gereke em herdu alî bi hev re û ji nêzik ve û bi awayekê yekser rûnin û gengeşê û diyalokê sazbikin".

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top