• Wednesday, 01 May 2024
logo

Romana 'Helale' ya Eta Nehayî bi Kurmancî derket

Gulan Media October 19, 2020 Hunerî
Romana 'Helale' ya Eta Nehayî bi Kurmancî derket
Yek ji şahkarên edebiyata kurdî-soranî “Grewî Bextî Helale” ya Eta Nehayî bi kurmancî derket.

Pirtûk bi sernava kurmancî ya “Helale” ji aliyê weşanxaneya Avesta ya Bakurê Kurdistanê ve hatiye çapkirin û weşandin.

Pirtûk ji aliyê nivîskarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê, Besam Mistefa ve ji kurdiya soranî bo ser kurdiya kurmancî hatiye veguherandin û ji 280 rûpelan pêk tê.

Berga pirtûkê ji aliyê şêwekarê Kurd, Goran Mihemed ve hatiye dîzaynkirin.

Haşim Ahmedzade, di nivîsa xwe ya li ser çapa kurmancî ya romana “Helale” de wiha dibêje: Girewa Bextê Helaleyê guherînên civaka Kurd di çend deh-salên derbasbûyî de vedibêje. Di vê romanê de evîn, siyaset û nasname tev li nav serpêhatiyên mirovên Kurd di çend nifş û cihan de tên kirin. Hevrikiya kevneşopî û nûxwaziyê di temamiya romanê de cih digire. Nivîsevan vê rastiyê di pêkhateya vegotineke bedew de ji xwînerên dilbijokên romana kurdî re dike diyarî. Bandora xebata çiyê li ser tevger û hişmendiya mirovê Kurd beşekî sereke yê vegêrranê pêk tîne. Mijara xerîbî û diyasporayê jî babeteke sereke ya jiyan û serpêhatiyên karakterên vê romanê ye. Metafora xencera ku xwe ji Kurdistanê digihîne taxa Flemingsberga Stockholmê, bandora cih û kultûrê li ser reftar û kesayetiya mirovan bi awayekî qeşeng nîşan dide. Serpêhatiya Helaleyê hewldana civaka Kurd a berdestkirina jiyaneke azad û nasnameyeke mirovî ya têvel û pirreng şênber dike.

Eta Nehayî romannivîs û nivîskarekî navdar ê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Rudaw
Top