• Wednesday, 01 May 2024
logo

Nîgarkêş Cemal Bextiyar koça dawî kir

Gulan Media October 16, 2020 Hunerî
Nîgarkêş Cemal Bextiyar koça dawî kir
Nîgarkêşê Kurd Cemal Bextiyar şevê din li eyaleta Kalîforniya ya Amerîkayê koça dawî kir.

Cemal Bextiyar kesayetekî niştimanperwer û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û dost û hevalê Serok Barzanî bû.

Piraniya tabloyên wî derbarê Şoreşa Îlonê bû. Gelek wêneyên Mela Mistefa Barzaniyê Nemir çêkiribû. Herwiha gelek wêneyên sirûşta nuwaze ya Kurdistanê jî xêz kiribû.

Hunermendê nîgarkêş Cemal Bextiyar di sala 1927an de li Silêmaniyê jidayîk bûye. Di sala 1946an de li Komara Kurdistanê ya li Mehabadê beşdar bûye û Pêşewa Qazî Mihemed nasnavê Bextiyar lê daniye.

Di sala 1957an de endamê Desteya Rêveberiya Komeleya Hunerên Ciwan a Silêmaniyê bû, nîgarkêşekî realîst û xweşnivîsekî bi şiyan bû.

K24
Top