• Wednesday, 01 May 2024
logo

Pirtûka Şener Ozmen ‘Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê’ hat belavkirin

Gulan Media October 8, 2020 Hunerî
Pirtûka Şener Ozmen ‘Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê’ hat belavkirin
Nivîskar Şener Ozmen, bi berhemeke çîrokên nû “Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê” tê pêşberî xwendevanan. Pirtûka Şener Ozmen a bi navê “Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê” ji Weşanxaneya Avestayê der çû.

Pirtûka Şener Ozmen “Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê” ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hat çapkirin û belavkirin.

Beşek ji çîroka Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê wiha ye: “Wext û zeman ketibû navê, rêvebirê nifûsê veguherîbû û yekî kurd hatibû ketibû şûna tirkê çûyî, dizî û pizî kêmtir bûbû li navçeyê (wilo digotin), polîs û guhbel bi dikandarên kurd re pêwendiyên xwe xweştir kiribûn, ketibûn li dû fîş û fatûreyan, her tişt bi deyn dikirrîn, navên wan li lênûskên deynê hatibû nivîsîn; Nûrî: Îstîxbarat, Kemal: Cîgir, Nazmî: Teror… şekir, nîsk, fasûlî, birinc, cixare, şekir, rûn, ampûl… Teror, Nazmî, şekir…”

Rudaw
Top