• Wednesday, 01 May 2024
logo

Xelîl Sasonî yek ji stûnên helbesta klasîk û kêşsaz a Kurdî bû

Gulan Media September 25, 2020 Hunerî
Xelîl Sasonî yek ji stûnên helbesta klasîk û kêşsaz a Kurdî bû
Helbestvanê Kurd Xelîl Sasonî yek ji stûnên helbesta klasîk û kêşsaz a kurdî li Rojavayê Kurdistanê bû. Herçiqasî bêhna klasîzmê ji pênûsa wî difûriya jî, lê Sasonî di warê hûnandina helbestê de xwedî şêwazeke taybet bû.

Sasonî ku danerê dîwana "Şîpek ji Berfa Mereto" ye, helbestên xwe wek helwesteke wijdanî û piştevaniya dad û heqiyê dinivîsîn, bi taybetî di berevaniya doz û mafên gelê xwe yê Kurd yê bindest de. Lewma jî her çiqasî Sasonî di bin tariyê de mabe jî, lê helbestên wî yên qeşeng her çirisî dimînin.

Xelîl Sasonî mirovekî pir hestyar û evîndarekî dilnazik bû. Gelek helbestên evîndariyê jî nivîsîne, lê evîna welêt her û her di dilê wî de geş bû. Ristên Sasonî bi evîndarî û eşqa Kurdistanê tije ne, gelek helbestên wî yên neteweyî jî bûne stran û li sar zar û zimanan geriyane.

Sasonî bi dilekî şewitî li ser bêtarên kurdan digirî. Nexweşiya xwe ya giran ji bîr dike û li ser jan û kovanên gel û welatê xwe dike kalîn û zarîn. Wî bi rêya helbestên xwe her digot Ez Kurdistanekê dixwazim ku tê de nebin jar û feqîr û ji hemû lawên xwe re be.

Xelîl Sasonî di helbesta xwe "Welato" de ku sala 1983an li Qamişlo afirand, wiha dibêje:

Ez dengbêj im tu şepal î

Her li ser te distirêm

Ên mejî zingar neyarên

Lavij û bestên min in

Torevan im ristevan im

Her pesindarê milet

Lê xwedî şaş dijminê

Van tore û ristên min in

Zorîkar û xwînmij in ew

Dijminê postê min in

Lê spas îro belengazên

Welat dostên min in

Rudaw
Top