• Wednesday, 01 May 2024
logo

'Stranên Xwedê' bi Kurdî derket

Gulan Media September 23, 2020 Hunerî
'Stranên Xwedê' bi Kurdî derket
Yek ji tekstên girîng ên edebî ku berî mîladê bi 200 salî, bi zimanê sanskrîtî hatiye nivîsandin, bi Kurdî ji Weşanxaneya Avestayê derket.

Pirtûka “Bhagavad Gîta” bi wergera Hasan Huseyin Ozturk bi navê “Stranên Xwedê” bo Kurdî hate wergerandin û Weşanxaneya Avestayê jî çap kir.

Gîta ku bi zimanê sanskrîtî bi strankî hatiye nivisîn, ji 700 sutrayan (ayet) û 18 beşan pêk tê. Ew di warê zimanî û wêjeyî de gelek giranbiha ye. Her yek ji wan qala çendîn babet û rêyan dike ku ew hevdu temam dikin. Ew hemû jî di dawiyê de ber bi armancekê ve diçin ku ew jî gihiştina bi heqîqetê û azadiya mirov e. Lewra mebesta sereke ya Gîtayê azadbûna mirov e.

Havîna 2008an wergêrê kitêbê bi grûbeke Navenda Yogayê ya Stenbolê re diçe Zanîngeha Vîvekanandayê ya li Hindistanê ku li bajarê Banglorê ye. Serokê zanîngehê H.R. Nagendra pir bi kêfxweşî pêşwaziya wan dike û bi bihîstina wergerandina Gîtayê li zimanê kurdî bi dilekî germ wiha dibêje: “We hay jê heye ku we karekî gelek mezin kiriye. We Gîta li zimanekî bêdewlet wergerandiye.”

Serkirdeyê mezin ê Hindistanê Mahatma Gandhî derbarê “Bhagavad Gîta” de gotiye: “Dema ku ez dikevim nav gumanan, dilteng û bêhêvî dibim û ez di asoyê de tu tîrêjên ronahiyê nabînim, ez berê xwe didim Bhagavad Gîtayê, li dû hevokekê dikevim ku min asûde bike û paşê pê re dikenim û xemgîniya min vedireve.”

Nivîskarê Alman Hermann Hesse jî gotiye: “Mezinahiya Bhagavad Gîtayê di wê yekê de ye ku jiyana xweş û rast a felsefeya di nav dîn de aşkere dike.”

Nivîskar û helbestavanê Brîtanî Aldous Huxley Bhagavad Gîta weke nîşana sîstematîk a geşbûna ruhanî ya mirovahiyê pênase kiriye û gotiye: “Ev, kurteya herî aşkere û giştî ye. Lewra qîmeta wê ya berdewam ne tenê ji bo Hindistanê ji bo tevahiya mirovahiyê ye.”

Feylesofê Alman Arthur Schopenhauer jî dibêje: “Gîta di dinyayê de ji bo fêrkariyê mezintirîn çavkanî ye.”

Rudaw
Top