• Wednesday, 01 May 2024
logo

Li Qamişlo kongreya Yekîtiya Nivîskarên Kurd birêve çû

Gulan Media September 12, 2020 Hunerî
Li Qamişlo kongreya Yekîtiya Nivîskarên Kurd birêve çû
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê di bin diruşma, “Nivîskar Balyozên Doza Gelê Xwe ne” çaremîn kongreya xwe encam da.

Di wê kongireyê de hejmareke mezin ji nivîskar û helbestvanên herêma Cizîrê beşdar bûn û tê de hejmarek gotar hatin xwendin.

Di kongreya çaremîn de tekezî li ser rola nivîskar di warê berevaniya di ber doza Kurd û gelên navçeyê de hat kirin.

Ji aliyê xwe ve Qadir Egîd, Endamê Komîteya Amadekar ya Kongireya Yekîtiya Nivîskarên Kurd ji Rûdawê re ragihand, komîteya rêvebir dê were hilbijartin û dengdan dê li ser hilbijartina serokê Yekîtiyê birêve biçe.

Qadir Egîd got, “Derdora 50 endaman dê ji derdora Dirbesiyê, Amûde, Qamişlo, Tirbespiyê û heta Dêrikê di kongreyê de amade bin.”

Rudaw
Top