• Wednesday, 01 May 2024
logo

‘Barê Giran’ li Enqerê hat xelatkirin

Gulan Media September 11, 2020 Hunerî
‘Barê Giran’ li Enqerê hat xelatkirin
Fîlmê bi navê Barê Giran ku ji aliyê derhênerê Kurd Yilmaz Ozdîl ve hatiye berhemanîn di Festîvala Fîlm a Navdewletî ya Enqerê de hêjayî xelata Baştirîn Kurte Fîlmê hat dîtin.

Çîroka Barê Giran li ser jiyana kesê bi navê Avdel e ku hewl dide debara jiyana malbata xwe û xwîşk û biraziyê xwe dabîn bike û li Mêrdînê hatiye pêkanîn.

Barê Giran ku ji aliyê derhênerê Kurd Yilmaz Ozdîl ve hatiye berhemanîn di 31emîn Festîvala Fîlm a Navdewletî ya Enqerê de beşdar bû û hêjayî baştirîn kurte fîlm hat dîtin.

Yilmaz Ozdîl ji Rûdawê re ragihand, “Ev 22emîn xelat e ku Barê Giran wergirt. Barê Giran ji 6 festîvalan di 4an de xelat wergirt. Em kêfxweş in. Derket holê ku fîlmek Kurdî dikare li Tirkiyê jî û di qada navdewletî de jî xelat werbigire.”

Ozdîl diyar jî kir ku wan di festîvalên Stenbol, Îzmîr û Enqerê de xelat wergirtin û ragihand ku Barê Giran heta niha ji bo 87 festîvalên navdewletî hatiye qebûlkirin û herwiha got jî, “Du roj berê di Festîvala Fîlm a Navdewletî ya Navarra li Spanyayê jî xelata Melitona (baştirîn xelata dîtbarî) wergirt.”

Barê Giran 23ê Gulanê jî li bajarê Barcelona yê Spanyayê di Festîvala Fîlm a Navdewletî de baştirîn xelata kurte fîlm wergirt.

Herwiha Barê Giran di Festîvala Fîlm a Navdewletî ya Duhokê ku 9-16ê Îlona 2019an birêve çûbû xelata kurte fîlm, di 10emîn Festîvala Fîlmên Kurt a Medya Nû ya Navdewletî li Çînê jî xelata King Bonn wergirtibû.

Derhêner Yilmaz Ozdil sala 1979an li Gevera ser bi Colemêrga Bakurê Kurdistanê ve ji dayîk bû û sala 2002an ji Peymangeha Ragihandinê ya Zanîngeha Enqerê der çû û heta niha wek derhêner beşdarî di gelek festîvalên navdewletî de kiriye û gelek xelat wergirtine.

Rudaw
Top