• Wednesday, 01 May 2024
logo

Di salvegera koça dawî ya Yilmaz Guney de sînemakar behsa rewşa sînemaya Kurdî dikin

Gulan Media September 10, 2020 Hunerî
Di salvegera koça dawî ya Yilmaz Guney de sînemakar behsa rewşa sînemaya Kurdî dikin
Di 36emîn salvegera koça dawî ya sînemakarê navdar ê Kurd Yilmaz Guney de, derhêner, sînemakar û şanoger behsa rewşa sînemaya Kurdî dikin.

Beriya 36 salan sînemakarê navdarê Kurd Yilmaz Guney li Parîsa paytexta Fransayê koşa dawî kir. Ew weke bavê sînema kurdî tê naskirin.

Yilmaz Guney lîstikvanî û derhêneriya zêdetirî 100 fîlmî, di 47 salên temenê xwe de kiriye. Di 36 saliya koça wî de sînamakar û şanogerên Kurd bi vî awayî behsa rewşa sînemaya Kurdî dikin.”

Nivîskar û Derhêner Ferzîn Kerîm dibêje, “Di van çend salên dawîn de ji ber nebûna sponsor ku Hikûmeta Herêmê sponsorê sereke bû, piştevaniya 60 fîlmên sînemayî kir, nebûna sponsor derbek lê xist.”

Ekter û Derhêner Tariq Akreyî dibêje, “Taybet piştî 2014an rewşa aborî karîgeriyeke gelek xerab hebû. Şer û DAIŞê karîgeriyeke xerab li ser kir.”

Şanoger Hemalîn Ferman diyar dike, “Rewşa sînemayê di van salên dawîn de, em dikarin bêjin heta heta astekê baş bû, grûp hebûn ji bo sînemaya Kurdî kar dikirin, ew jî hezkiriyên sînemaya Kurdî bûn.”

Berpirsê Navenda Amadekariya Şano Ebdulreman Îbrahîm radigihîne, “Tevî vê rewşa em tê de dijîn ku ne normal e û şerê ku bûye, gavên baş di sînemayê de hatine avêtin. Festîvalên navdewletî çê dibin.”

Derhêner Selîm Selewatî dibêje, “Mixabin ji ber mafê telîfê yê sermayeguzar û welatên muxtelif li fîlmê Kurdî, derhênerê Kurd ew corê ku divê fîlmê Kurdî tevlî nabe.”

Derhêner Bêhzad Azadî jî diyar dike, “Beşa rexne û rexnegirên em lawaz e, piştevaniya kompaniyan ku bikarin fîlman berhem bînin lawaz e.”

Filma Rê filma herî navdar a Yilmaz Guney e. Sala 1982ê xelata Pela Zêrîn a Dara Xurmayê li festivala Cannes wergirt. Beşek ji sînemakaran wî weke bavê sînemaya Kurdî didin nasandin .

Yilmaz Guney 1 Nîsana 1937ê li gundê Dîsman ê Edenê jidayîk bû. Ji ber hejariyê dest ji xwendinê berda ye û weke karker di sînemeyan de kar kir. Di 120 fîlman de rol dîtiye, senaryoya 58 fîlman nivîsand û 25 fîlm berhem anîn.

Yilmaz Guney roja 09.09.2020 di 47 saliya xwe de li Parîsa paytexta Fransayê koça dawî kir.

Rudaw
Top