• Wednesday, 01 May 2024
logo

Hunermendê Rojhilatî Peyman Mîrzazade hat berdan

Gulan Media September 3, 2020 Hunerî
Hunermendê Rojhilatî Peyman Mîrzazade hat berdan
Hunermendê Rojhilatî Peyman Mîrzazade, ku par hatibû girtin, bi merc hat berdan.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihand, hnermendê kurd yê Rojhilatî Peyman Mîrzazade, ku par meha Sibatê û bi tohmeta alîgirtiya partiyên Rojhilatî hatibû girtin, pêr hat berdan.

Li gorî agahiyan, ew hunermendê kurd, ku girtîgeha Ormiyê de bû û bi du sal zîndan û 100 qamçîyan hatibû sizadan, bi merc hatiye berdan ji ber ku hîn dadgeha wî xilas nebûye.

Peyman Mîrzazade xelkê gundê Gengeçîn yê bajarê Ormiyê ye.

Basnews
Top