• Wednesday, 01 May 2024
logo

Ji Platforma Hunermendên Kurdistanê bangewaziyek

Gulan Media August 29, 2020 Hunerî
Ji Platforma Hunermendên Kurdistanê bangewaziyek
Platforma Hunermendên Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li gelê Kurdistanê kir û got: “Em wekî hunermendên gelê Kurd, ên ji her çar parçeyên Kurdistanê, ji hemu Kurdan re, hemî rêxistinên siyasî, partî û saziyên Kurdan re dibêjin: Dujminên me bûne yek, werin em ji bibin Yek!”

Platforma Hunermendên Kurdistanê di daxuyaniya xwe de Tirkiyê bi wê yekê tohmetbar dike ku di şerê li dijî Kurdan de israr dike û dibêje: “Doktrîn, ango felsefeya hebûna xwe li ser tunekirina gelê Kurd û hemû pêkhateyên li ser axa Kurdistanê dijîn de, dibîne! Bi plansaziyeke şerî, dorfireh û piralî, bi armanca hilweşandin û têkbirina destkeftiyên gelê Kurd û şikandina îradeya Kurdan, tevdigere.”

Platform diyar dike ku Tirkiye roj bi roj êrîşên bejayî û ezmanî li başûrê Kurdistanê berfireh dike û di encama wan êrîşan de bi dehan welatiyên Kurd şehîd bûne û bi dehan kes jî birîndar bûne. Herwiha eşkere dike: “Bi sedan gund û cihwarên deverên di bin êrîşê de, hatine valakirin, erd û zevî, bax û baxçeyên welatiyan, milk û malên xelkê ketine ber wêran û şewatan.”

Di daxuyaniyê de Platforma Hunermendên Kurdistanê destnîşan dike ku Tirkiye “armanc û stratejiya şerê xwe ji bo tunekirina gelê Kurd û destkeftiyên Kurdan” pêk tîne.

Platforma Hunermendên Kurdistanê dibêje: “Di sedsala 21em de, Gelê Kurd, Neteweya Kurd, hatî ber hawîrkaneke dîrokî. Hemu êş, azar, zulm û zordarî û bê edaletiya sedsalekê li ber çavan in. Pêwîst e em fersenda hatî ber dest, bernedin. Pêwîst e qeder û vîna xwe nekin qurbaniya nakokiyên hizbî û berjewendiyên takekesî!”

Platform bang li gelê Kurdistanê dike û dibêje: “Em wekî hunermendên gelê Kurd, ên ji her çar parçeyên Kurdistanê, ji hemu Kurdan re, hemî rêxistinên siyasî, partî û saziyên Kurdan re dibêjin: Dujminên me bûne yek, werin em ji bibin Yek!”

Herwiha hatiye eşkerekirin: “Siyaseta Kurd, ango hemu partî û tevger, her wiha rewşenbîr û ronakbîr, hunermend û aqilmendên civakê, rêberên ol û bawermendiyan; her kes pêwîst e bi berpirsiyartiya xwe rabe!”

Platforma Hunermendên Kurdistanê dibêje: “Em wekî hunermendên beşên Kurdistanê banga xwe dubare dikin; ku gelê me, civaka Kurd destwerdanê di vê rewşa siyasetê ya kembax bike, da ku siyaseta hemî hizb û partiyên me, li xwe û şêwra neteweyî vegerin. Ji hemu partî û hêzên Kurdistanî re jî em bang dikin. Ji bilî siyaseta yekîtî, yekrêzî û şêwra neteweyî, çare û derfetek din nemaye!”

K24
Top