• Sunday, 01 September 2024
logo

Yekemîn konfirensa "dijmin di nav me de tune ye" û vekirina korsê zimanê Kurdî li Stenbolê

Yekemîn konfirensa
tevgera H3 tevgereka sivîla gencan e ji bo bicih kirina omêdên xwe bizavê dikin ku parastina mafê mirovan û peydakirina lêbûrînê û azadiyê di nav jiyana siyasî û diplomasî de dixebitin, vê tevgerê du bingehên serekî yek li Stembûlê yê din li Ankerê heye. ev bizav li sala 2009ê sererayî ku bizavek gencan bû di heman dem de dibe dezgehek hizrî û civakî û pir kesên ekadimî tevlî dibin, di bizav û karên xwe de ev tevger e rojnamevan û nivîskar û siyasetvanan di simînarên xwe de mêvan dike.

Hinek caran hember wan buyerên ku dijî mafê mirovan in xwepêşandanan rêkdixin, rojane di rêya malperê xwe de em nivêsîna belavdikin û şakarên cîhanî yên biyavê hizrî û dahênerane werdigêrin, dîsan em govareka werzî bi navê Liberalem derdixin.

Lewre ez dixazim li vir bibêjim em ne tenê xwepêşandanên ektîv dikin, belku jî di wan pirsên ku ejindaya Turkiyê pê ve mijûl e, em simînar û konfirensan rêkdixin û kar û bizavên cura û cur û civînên mîdyayî rêkdixin.

Tevgera H3 hewa dijmin di nav me de tune ye li meha 12ê sala 2010 ê destpêkir, em bi rêya vê hewayê bangeşa xelkê dikin ku li şûna dijminatiyê dustaniyê peyda dikin.

Min divê tekezbikim ku em dikarin civakek dûr ji dijminkarî û kerb û kîn û qedexekirin û metirsî û neteweperestî û regezperistî û metirsiya dabeş bûna welat dirust bikin.

Bo heyamê çend sala ne em weha perwerdebûne ku Turkiya di nava djminan de ye û welatên hevsê hemû dijmin in, dîsan di nava me jî de dijmin hene û bizava parvekirina welat dikin û pilanek hebû ku tenê hinek bi welatî û yên din jî bi dijmin dihatin hejmartin. lê dem hat ku em xwe ji van hizrên rizî û xerab rizgarbikin û em naxwazin ji vir û şûnde stayilê jiyan û hizrên me li gor destûra kevin bi rê ve biçe, di nava Turkiyayê de derdayî û vexarî tune, di nav Turkiya de dijmin tuneye (İçimizde Düşman Yok!)

ne welatiyên Kurd dijminê mene ne yên Turk, ne Elewî, ne Îslamî, ne Soşyalist û ne Lîbral û ne tu kes.

Peyda bûna hizra vê hewê:

Ev hewa li 11/12/2010ê bi konfirensekî dest pêkir ku tê de bi têr û tijî bas li pirsa Kurdî û siyaseta bi Turkkirinê û pirsa Elewiyan û çareserkirina van pirsgirêkan hate kirin.

Armancên vê hewê li sala 2011ê vekirina kursên hînbûna zimanê Kurdî ye, sazkirina kongirê dostayetiyê ye, vekûlîn kirin li pirsa jinavbirina bi kom, pirojê dostayetî tevî Ermenistanê û rêkxistina geştekê ji bo patrîkxana cuhiyan e.

Armancên din yên vê bizavê bandûrkirine li ser texa biryarder, ew jî bi rêya simînar û konfirens û nivîsar û xwepêşandanan dirust dibe, em dixwazin daxwaziyên xwe têxin nava ejindeya siyasî ya Turkiyê û bikeve ber bas û vekolînan.

di vî biyavî de bi ya min em ê serbikevin û em ê bikarin navendeka dostatiyê li Turkiyayê peyda bikin û di nava vê navendê de em ê bas li qedexekî û cudahiyên di nava kesan de bi tiştek normal biguhorînin û ez bawerim ku ji bo vê yekê wê siyasetvan jî hevkariya me bikin.

Daweşîna peyva dijminan

Berêz Bekir Berat Ozipek li dawiya daxuyaniya xwe ya bi navê (dijmin di nav me de tune ye) di bersiva çima dijmin di nav me de tune? bi vî rengî bersiv da û got:

bi dest xistina deshelatê bi giştî du reng hene, yek bi razîbûna xelkê ku ew jî dibêjinê demokratî, û ya din bi zordarî û tepeserkirina xelkê ku ew jî diktatoriyet e. cihê daxê ye ku Turkiya serdemek weha borand û ev peyva ku bê binema belku bi tinê ji bo hinek kesan ku di deshilatê de, ev peyve daweşandiye û dijî hinek kesên taybet bikar aniye ew jî Kurd û Ermen in.

Ew dijmindariye ji bo wan rijêman ku dixwastin li ser deshelatê bimînin giring bû û mîna çavkaniyeka hêzê ji bo man wan li ser deshelatê tiştekî pêdivî bû, li vir dijmin jî dikin du cor, dijminên navxwe û dijminên derve. dijminê navxwe ku kêmineyên wek Kurdanin û ev dijmin e ji bo veşartina karên xwe yên nerê bikartîna.

Tevî hatina AKPê û danana siyaseteka nû ya dereve û guhartina destûr û herweaa pêşdeçûna pirsa Kurdî û demokrasiyê ku ev pirs e ber bi çareserkirinê ve diçe û di vî biyavî de gavên pir baş hatine avêtin, lê gereke ev bidome û raneweste û gavên baştir li pê werin havêtin ez bawerim wê baştir be ji ber ku omêda vê hikûmetê nehêlana dijminkariyê û pirsên navxwe û derveyî welat e.

Sebaret vê hewê bi ya min tiştek gelek giring e û pêdivî ye ev bîr û boçûnên di nava civakê de werin guhartin û çavên xelkê hember rastiyan vebibin û zanibin ku çi egerek ji bû dijmindariyê tune ye, lewre ez dest xweşiyê li damezrênerên vê hew û bizavê (H3) dikim û hîviya berdewamî û serkeftinê jê re dixwazim.

Qedexekirina dîndariyê:

Herwesa berêz xanim Hidayet Şefkatlî bi dirêjî basê pirsa pêçeyê û çewaniya serhildana netebayiyê û netewe peristiyê kir, bi dîtina wê destpêka derketina cudahiya tex û çînên cuda û netewe û ayînên ...tad ji bo destpêka damezrandina komara Turkiya vedigere, dibêje ev cudahiye bû egera dabirîna xelkê ji kelepûr û rewişt û tîtalên bav û bapîran û sîstemekê nû bi ser xelkê de hat sepandin û ji ayînî dûrketin. li gor dîtina xanim Hîdayet dûrketin û qedexekirina ayînî di destpêka danana komara Turkiya de egerekê serekî bû ji bo dirustbûna cudahiyan di nava texên milet de, weku çareserî ji bo vê pirsê xanim Hîdayet ronkir û got gereke vegerin ser rabirduyê xwe û dest bidin ayînê xwe û keltûrê bav û kal ên xwe.

Serketinên Turkkirinê li Turkiya:

Di dirêjiya konfirensê de berêz Ayhan Aktar di daxuyaniya xwe de bi navê (pêkhata sîyasî ya Turkiya) tekez kir ku tiştek bi navê dijmin li Turkiyayê tune, belku ev peyve ji aliyê hinek siyasetvanan ve hatiye diristkirin ew jî sexmerata mana xwe li ser kursiyê dirustkirye, ev yek her ji danan komarê destpê kir. dema kemalistan xwastî komara Turkiya damezrînin tûşî gelek pirsan bûn ji wana ew firecora ku paşmawê dewleta osmaniyan bû, ji bo çarekirina vê pirsê bi navkirina kêmînan bi turk û bi Turkkirina wan rabûn, ew ê xwe bi Turk jî nedanaba ew bi dijmin dihejmart!

Paş bi guhartina sîstema xwendinê rabûn û sîstemek nû ku di gel sîstema Ewropa bigunce damezrand. dest bi derxistina yasayên cor bi cor kirin û guhartina wateya pîroziyan bi zorê û ev cudahî û peyva dijmin peydabû û ev yek ji bo mana xwe bikaranîn, lê tirkiya bi guhartinên siyaseta xwe li vê dawiyê wê bikare gavên baş ji bo çareserkirina vê pirsê bavêje.

Tekezkirin li ser pirsa Kurdî

Di dawiyê jî de dîsan tekez li ser pirsa Kurdî kir û bas li wê yekê hat kirin ku ta niha Kurd bi xirab û kujek û mêlîşyat û çekdar tên naskirin, lê ji vir û şûnde gereke bi hev re û bi gişt aliyên civakê ve bê cudahî ji bo nehêlana vê pirsê bizavê bikin ev jî bi rêya diyalokê û aştkirin û haydarkirina xelkê bi birayên Kurd û vekirina kursên zimanê Kurdî ji bo nifşê Kurdan.

Li dawiyê jî ji me re xuya kir ku ev tevgere hez dike seredana herêma Kurdistana federal bike û di bernama wê daye ku vê hewê û vê seredanê encam bide. ji ber beşdarbûn û piştevanî kirina govara Gulan ji bo hewa wan dubare dest xweşî li Gulanê kirin.

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top