• Monday, 29 April 2024
logo

Pirtûka Şahînê Bekirê Soreklî ‘55 Çîrokên 38 Salan’ hat çapkirin

Pirtûka Şahînê Bekirê Soreklî ‘55 Çîrokên 38 Salan’ hat çapkirin
Nivîskar û rojnamevanê Kurd Şahînê Bekirê Soreklî çîrokên xwe yên 35 salan kir pirtûk û belav kir.

Pirtûka Şahînê Bekirê Soreklî a bi navê “55 Çîrokên 38 Salan’ ji Weşanxaneya Avayê ku li Kobanî hatiye avakirin û li Tirkiyê, Bakur û Başûrê Kurdistanê û Ewropa jî berhemên xwe belav dike, der çû.

Naveroka çîrokên di vê pirtûkê de xwe bi gellek mijaran ve peywendîgir dikin, mijarên civatî, siyasî, olî, mirovahî û felsefî jî di nav de hene. Hinek ji van çîrokan bi tevahî xeyalî ne; di hinekên din de xeyal û rastî dikevin nav hev û di hinekan de şopên ji jiyana nivîskêr û bandorên ji tecrûbeyên jiyana wî dê hebin.

Di vê pirtûkê de 51 berhemên Shahîn bi xwe û 4ên ji Almanî û Înglizî hatine wergerandin hene. Ji berhemên wî bi xwe, ya yekemîn sal 2019 hatiye nivîsandin û ya dawîn sal 1981.

Şahînê Bekirê Soreklî dibêje, ji ber vîrusa korona û rawestandina geştên ezmanî, wî nikaribû rû bi rû xwe bigihîne xwendevanan, wî dixwest ligel xwendevanên xwe biciviya û pirtûka xwe ji wan re îmze kiriba.

Şahîn Soreklî çend, roman, çîrok, helbest û gotar nivîsandine û ew berhemên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Berhemên wî yên destpêkê helbest, gotar û kurtechîrok bûn.

Şahînê Bekirê Soreklî nivîskar û rojnamevanek kurd e ku niha li Sydney, Awistralya dijî. Ew di sala 1946 an de li gundê Mezrê li devera Kobanî hate dinê. Di sala 1968 ê li welatê Awistralyayê bi cih bû û li Zanîngeha Maquireyê xwend. Ji sala 1978 vir de, li wezareta perwerdeya dewleta New South Wales (Walesa Başûrê Nû) dixebte. Ji sala 1985 vir de, birêveberê pişka Kurdiya Radyo ya SBS (Servîsa Weşanên Taybet) ya Awistralya ye. Heta niha gelek Kkrteçîrok, gotar û helbestên wî li rojname û govarên kurdî de hatine weşandin.

Rudaw
Top