• Tuesday, 30 April 2024
logo

Rohat Ciwan klîpeke nû belav kir

Rohat Ciwan klîpeke nû belav kir
Hunermend û stranbêjê Bakurê Kurdistanê, Rohat Ciwan, vîdeoklîpeke nû bi navê "Nexşê Mîrzo" belavkir.

Stranbêjê Kurd Rohat Ciwan strana “Nexşê Mîrzo” ku muzil û gotinên wê gelerî ne, kir vîdeoklîp.

Rohat Ciwan bi xwe karê derhînanê bo vî berhema muzîkê kiriye.

Ciwan stranên xwe bi Kurmancî, Zazakî û Soranî belav dike û xebatên xwe yên muzîkê carcaran bi gîtarek solo û carcaran jî bi tevlêbuna gelek muzîkjen û hunermendên din pêşkêş dike.

Rohat Ciwan hata niha du albumên muzkê belav kirine yek di Nîsana 2020an de bi navê “Cîhana Hêşîn” a yekemîn jî di sala 2016an de bi avnê “Zarokên Bê Çîrok” bûye.

Rohat Ciwan eslê xwe ji Mêrdînê ye û ji sala 2005 an ve li welatê Almanyayê dijî.
Top