• Monday, 29 April 2024
logo

Sine…Hunermendekî kurd koça dawî kir

Sine…Hunermendekî kurd koça dawî kir
Duh 25.05.2020ê hunermendê gelirî yê navçeya Leylax a ser bi Sine Hebîbulla Mefaxrî di temenê xwe yê 84 saliyê de ji ber xwînariya mêjî derbas kir koça dawî kir.

Hunermend Hebîbulla Mileyî sala 1937ê de ji dayîk bûye û li gundê Mile ya ser bi bajarê Dêwlan hat dinê.

Navborî 15 albûmên stranên gelirî yên navçeyê tomar kirine û zêdetir ji 100 stranên gelirî yên navçeyê tomar kirine.

Hunermendê kurd Hebîbulla Mefaxrî yê Mileyî 50 salan karê muzîka gelirî ve mijûl bû û bi berhemên xwe yên taybet ve xizmetekî mezin ji hunera kurdî re kir.

Basnews
Top