• Tuesday, 30 April 2024
logo

Nîgarvana Efrînî li Almanyayê êşên Kurdan li ser tabloyan nîşan dide

Nîgarvana Efrînî li Almanyayê êşên Kurdan li ser tabloyan nîşan dide
Rûxweş Osman nîgarvanekî Kurda Efrîne ye û niha li Almanyayê êşên Kurdan di tabloyên xwe de nîşan dide.

Nîgarvan Rûxweş Osman di sala 2015an de ji ber krîza li Sûriyê ligel hevjîn û herdu keçên xwe koçberî Almanyayê bûne û heta niha li wî welatî dijîn.

Rûxweş Oman piranî demê xwe dide nîgarvaniyê û ew êş azarên gelê Kurd bi taybetî yên jinan li ser tabloyan çêdike.

Bi gotina Rûxweş Osman gelek zilm lio jinan hatiye kirin, lê niha rewş hinek hatiye guhertun û ew nikarin bi rûniştina li pişt çar dîwarên pêşve herin û ew tenê dikarin bidestxistina mafê xwe pêşbikevin.

Rûxweş dibêje, ew gelek aciz dibe dema ku zilma li ser Kurdan dibînin, lê tenê ew dikare bi rêya tabloyên xwe hestên xwe derxîne.

Her tabloyeke wê, bi serê xwe çîrokek e.

Ne tenê li ser Efrînê, wê li ser Serê Kanî jî, tabloya Mihemedê ku bi çekên fosforî ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatibû şewitandin, çêkiriye. Ew dibêje êşa her cihekî Kurdistanê, êşa hemû Kurdistanê ye.

Herçend Rûxweş Oman ji Rojavayê Kurdistanê ye; hestên mirovan li hemû cîhanê wekhev dibîne, lê êşên xelkê wê bo wê girîng in.

Nîgervana Kurd herçend ew weke fîzîkî di jîngeheke xweş de dijî, lê her tin bajarê wê Efrîn di hizr û xemên wê de ye.

Rudaw
Top