• Monday, 29 April 2024
logo

Koçberekî Idlibê şikeftek kiriye muzaxane

Koçberekî Idlibê şikeftek kiriye muzaxane
Koçberekî bi navê Ebdul-Muitî Seyêd, berî niha çend mehan, bi destê xwe şikeftek bo xweparastina ji êrîşên balefirên şer çê dikir, niha jî ew şikeft kiriye muzexane, ku di nav de hejmareke şûnwar û kelûpelên kultûrî hene.

Ebdul-Muitî ku xelkê Helebê ye, koçberî bajarokê Eqrebat yê Idlibê bûye, û rojane beşekî zêde ji dema xwe li wê şikeftê derbas dike.

Ebdulmutî berî çend mehan bi destê xwe ev şikeft bo xweparastnê ji êrîşên firokeyên şer çêkiribû, niha jî şikeft kiriye mozexane û hijmareke şûnwar û kelûpelên kultûrî xistinê.

Ebdulmutî Seyid dibêje, “Niha em di nav şikeftekê de ne, ku berî sê heta çar mehan bi armanca selametiyê hatibû kolan, jiber em li ser sînorê Tirkiyê ne, di dema dawî de ti cihekî selamet li Sûriyê nemaye.”

EbdulMutî mehe û nîvekê mijûlî kolana şikeftê bû. Berê karê çêkirina dîkor kiriye û meraqa wî di komkirina şûnwarên kevin de heye, di dema derbiderbûna xwe de jî hemû kelûpelên xwe bi xwe re anîn vê derê.

Ebdulmutî Seyid diyar dike, “Ev tiştên ku di vê şikeftê de ne, kelûpelên rojhilatê kevn in ku berî 100 an 200 salî berî niha ji liyê mirov bikar hatine, ku ji sifir û hiriyê hatine çêkirin, û hinek jî ji dar û axê hatine çêkirin, ev ew kelûpelên ku berî 100 an 200 salî û heta 300 salî berî niha mirov di jiyana rojane de bikar anîbûn.”

Ebdulmutî xelkê bajarê Helebê ye û koçberî bajarokê Eqrebatê Idlibê bûye, û rojane beşekî zêde ji dema xwe li nava vê şikeftê derbas dike/

Rudaw
Top