Rewşa tenduristya hunermend Seîd Gabarî xirab e
![Rewşa tenduristya hunermend Seîd Gabarî xirab e](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/56321c89986310b06c82fa2b8345218d_L.jpg )
Li gor zanyariyên BasNewsê ku ji hevalekî hunermend ê Seîd Gabarî bidest xistiye, naha Gabarî li nexwaşxaneyekî Hewlêrê di bin çavdêriya hûr de ye û rewşa wî jî gelek xirabe.
Herçend li gor rênmayiyên tenduristî û xwe parastina ji korona ti hunermendekî nekariye serdana Seîd Gabarî bike jî, lê bi rêya malbata wî ve zanyarî karîne bidest bixin û tê gotin bi amûra oksijenê nefes dikare bide û bistîne.
Hunermend Seîd Gabarî xelkê Rojavayê Kurdistanê yê Hesekê ye, sala 1956an ji dayîk bûye. Bavê 8 zarokan e û gelek berhemên giring ên muzikê afirandiye û yek ji hunermendên xwedî ezmûnên giring ê kurdî ye.
Basnews