• Friday, 03 May 2024
logo

11yê sêptemberê ew roj bû ya tîrorê du oqyanûs derbazkirî

11yê sêptemberê ew roj bû ya tîrorê du oqyanûs derbazkirî
Karesata 11yê sêptembera 2001an, cîhan dabeşî ser du serdeman kir: cîhana berî 11 yê sêptemberê û cîhana piştî 11 yê sêptemberê, ji ber ku eger ta roja 10 ê sêptembera 2001 ewlehîya neteweyî ya Emrîka li wî alî ji her du oqyanûsên etlesî û hêmin dest pê kiribû, lê karesata 11 yê sêptemberê giringîya wan du oqyanûsa nehîşt û metirsî xiste nav mala Emrîkîyan û jê re xuya kir ku ji îro pê de ewlehîya netewa Emrîkî tenê li nav mala Emrîka dê dest pê ke, ev yek bû eger ku wezaretek nû binavê wezareta Ewlehîa neteweyî di nav îdara Emrîka de were damezrandin û niha vê wezaretê bêtir ji 180 hezar karmenda hene û karê wan tenê parastina dewletê ye ji hêrişên tîroristên (biyanî û navxwe) herweha berhevkirina xizmet guzazarîyên hewarhatinê ye piştî her hêrişeka tîrorî, wate ew Emrîka berî karesata 11 yê sêptemberê, ne ew Emrîka ye ya paş karesata 11 yê sêptemberê, ev werçerxane bûye eger dîsan cîhan li ser du cemseram parve bibe û Corc W Boş rastewxo ji cîhanê re da xuya kirin (ewê ne tev me be dijminê me ye) ev yek wê dide xuyakirin ku cîhan bû du bilok (bilokê hevpeymana dijî tîrorê û bilokê tîroristan), herweha ji ber mezinîya vê karesatê Corc Boş bi xem ve da xuyakirin û got ev e şerê mosilmana ye dijî kiristîyana di cîhanê de, lê pişt re zû ji vê daxuyanê puşman bû, derbarî wê bandura karesata 11 sêptemberê li ser rojava bi giştî û li ser Emrîka bi taybetî bi cih hêştî, me ji pirofîsor Bradlî Mak Elîster mamûstayê ewlehî û peywendîyên navneteweyî li zanîngeha Corcîya pirs kir: karesata 11 sêptemberê guhartinên mezin li dunyayê dirust kirin û ev roje bû egera bi dawî hatina qûnaxekê û destpêkirina qûnaxeka nû, bi dîtina we ew guhartinên wê rojê peydakirî çi guhartin bûn? di bersivê de pirofîsor Elîster bi neçarî bersiva vê raportê da û got "ewa peywendî bi cîhana rojava ve hey, ew e ku vê bûyerê nebûna ewlehîyê gehande astekê bilin, ev ne ji ber ku karên tîroristî tiştekê nû bû, belku mezinîya vê karesatê tiştekê nû bû û berî vê çi karesatên weha mezin nebûn, wate ew rastî xuyabû ku giropên biçûk jî dikarin zîyanên mezin bikin û gurzên bihêz dabiweşînin, ev yek jî wê hizrê têkdide ku netewên mezin mîna Emrîka û Rosîya û Berîtanya ji ber hêz û şîyanên wan ewlehîya wan prastî ye. ev yek bo rengvedanek sîyasî bi taybet di astê çewanîya reftarkirin tevî kêşa tîrorê û parastina ewlehîyê. lewra eger ez neçarbim pênasa tîrorê bikim ez ê bêjim hêrişeke tund û tîjî ye yan tund û têjîyê bikartîne dijî hemû kesan û hemû welatan û netenê armancber dibin qurbanî vê tund û tîjî yê, bo nimûne renge di hêrişekê de tu werî kuştin lê tu armanca wê hêrişê nebî. kewate dibêjim armanca tîroristan ji nav birina dewletê nîne, armanca tîrorista bi cih hîştina bandora xwe ye li ser reftar û sîyaset û helwîstê dewletê, ev berovajî şerê kilasîkî yê di nav bera du welatan de ye ku her yek bizavê dike hêza alîyê din bişkêne."

Her di vê çarçovê de û ew guhartinên karesata 11 yê sêptemberê di sîyaseta cîhanê de dirust kirî, me ji balyoz Cînday Elîzabîs Firazer hevkarê wezîrê derve yê Emrîka bo karûbarên Efrîqa piris kir erê ew guhartinên peydabûnî, 11 ê sêptemberê peydakirin? bi neçarî ji me re peyvî û got: "giringtirîn guhartin tekezkirin bû li ser berhengarî kirina tîrorê li ser astê navdewletî, her ji ber wê îdara Boş bizav kir daku civata ewlehîya netewên yekbûyî biryara 1373 bide ku ev biryare pêgirî li ser dewletan sepand ku divê berhengarî tîrorê bibin û rêkê li tîrorê bigrin û nehêlin tîrorist axa welatê wan bikarbînin û divê kes hevkarîya darayî nede tîtoristan. wate ev yek bo karê herî giringê civata navneteweyî. herweha piransîpê wan dibêje qebûl nakin çi welatek bibe mala tîroristan û hevkarîya tîrorê bike, her di wî demî de weha xuya kir ew welatên berhengarî û dijayetîya tîrorê neke wate ew hevkarê tîroristane û dijî me ye, îdara serok Boş sîyasetek ji bo hevkarîya welatan darêt da ku bikarin hikûmdarîyek baştir bikin û rêkê li bizavên tîroristan bigrin, wate ew welatên hez û vîyana berhengarî kirina tîrorê hebe Emrîka dê hevkarîyê pêre bike da ku bikare wê hez û vîyanê bêxe kar".

Di beşeka dina vê raportê de me ji xanim Cînda pirs kir erê ta çi rade ev yek wek pevçûnên du şaristanîyan têzanîn û çawa pênasa tîrorê bikin û çawa hevpeymana nîv dewletî dê bikarin di vî cengî de serkevin? hevkara wezîra derve ya Emrîka di îdara Boş de bi neçarî bersiva me da û got: "derbarê pevçûna şaristanîyan bi dîtina min ev pevçûna şaristanîya ye, her ji ber vê piranîya welatên rojhilata navîn, dijî vê bûyerê rawestan û îdanekirin, wate di wî demî de li ser astê navdewletî ev kar e hat riswakirin, heta piştevanên tîroristan jî ji bo armancên xwe yên sîyasî ev bûyer e riswakir. derbarî pênase kirina tîrorê ez dibînim tîrorîzim tektîke, armanca wê belavkirina tirsê û dudilî yê ye di nav xelkê de, ji ber ku mirov nizane wê ji kuderê hêriş were kirin. ji bo yeklakirin û dîyarkirina wê yekê ka kî tîrorist e û kî ne tîrorist e, gereke milmilane ya sîyasî were berçav wergirtin. wek min gotî tîrorizim tektîke ji bo belavkirina tirsê ji bo mebesta bi dest xistina armancên sîyasî, wate armanca wan ne destbisergirtina dewletê ye, belku armanca wan çandina tovê tirs û teqînaye, li vir kar û kirdarê tîroristan xuya dibe, her wekî min berê gotî xuya kirina tîrorista û ne tîrorista ji kêşên sîyasî ye, sebaret helwîstê Emrîka, ez bawernakim Emrîka çavgirtinê li her welatekî yan alîyekî bike ku xelkê sivîl bike armanc û ji bu tirsandina wan kuştinê bike, Emrîka çi carî vî karî ji hevpeyman û dustên xwe jî qebûl nake, ji ber wê ez tevî wê dîtinê nînim ew a dibêje eger tu dustê Emrîka bî, tu karên tîroristî jî encambidî Emrîka wê çavgirtinê li karên te yên tîroristî bike. divê em wê rastîyê ji bîr nekin ku hevpeymanîya dijî tîrorê pêdivî bi hêza leşkerî û dîsan jî hêza sîyasî ya nerim heye, ev yek ji bo îdara serok Boş û îdara Obama jî ya rast û dirust e. ji alîyekê din ve başkirina rewşa abûrî û civakî dike ku xurt bisanahî nebin nêçîra tîroristan. îdara serok Boş û îdara Obamay jî herdu sîyasetên serbazî û sîyaseta nerim peyrew kirin. divê hevkarîyek bêtir dinavbera welatan de hebe, bi dîtina min avakirina dewleteka xwedî şîyan û bihêz beşeke ji çareserîyê, ji alîyekê din tê berçav kirin ku bizav û operasyonên tîroristan kêmtirin ji berê, herçende bi yekcarî binbir nebûne lê xuyaye şîyan û hêza Qa'îde pir lawaz bûye dîsan divê bêtir xebat di vî alî de were kirin ta ku tîror were binbir kirin, herweha divê mezinîya karesata 11 yê sêptemberê ji bîra me neçe da ku em herdem hewil û bizavan bikin karesatên ji vî rengî dubare nebin".

Jinavbirina herdu rijêmên Be'is û Talîban wek tulvekirina 11 yê sêptemberê
Piştî biryara 1373 ya civata ewlehîya navdewletî hatî dan derfetek pir baş ji îdara Boş re ji bo şerê dijî tîrorê peydabû û karîn di demekê kurt de rijêma Talîban li Efxanistanê ji nav bibin, di sala 2003an de û her di çarçovê şerê dijî tîrorê de îdara Boş bizava ji navbirina rijêma Be'is kir, lê piştevanîya navdewletî bidestnexist, û bi piştevanîya hindek welatan ev şere kir û rijêma Sedam Husên ji nav bir. derbarî wê yekê ku civata nîvdewletî piştevanî kir ji bo ji nav birina rijêma Talîban û piştevan nebû ji bo ji navbirina rijêma Be'is, me ji pirofîsor Norma Moryozî rêveberê vekolînên navdewletî li zanîngeha Îlnowîz li Şîkago piris kir, wî jî bi neçarî dîtina xwe da xuyakirin û got: " berî ez bas li şer bikim ez dixwazim bas li hêrişên tîroristî bikim, ew hêriş hêrişên tîroristî bûn, ev jî cudaye ji bûyerên şer, ji ber wê di demê rûdana hêrişên tîrorî de xelkê sivîl li welatên aştîxwaz jî ji jîyana xwe ne piştrastin, ji ber ku dibe di her demekê de tûşî hêrişên tîroristî bibin xwe eger welatê wan di aştîyê jî de be. xaleka dina girêdayî vê kêşê çawanîya reftarkirina Emrîka ye, bo nimûne îdara serok Boş ev hêrişe kire hêcetek ji bo berpakirina helmetekê bi navê berhengarîya tîrorê û heza û armancên xwe destnîşan nekir. lewra jî eger em şerê Îraq û Efxanistanê temaşe bikin, em ê bibênin ev du şerên ji hev cuda ne, ew a girêday Efxanistanê ew bû ku piştevanîyeka mezin li vî şerî hat kirin ta Îranê jî hevkaîya Emrîka di vî şerî de kir, wate Talîban çi hevpeyman nebûn. anku netewên yekbûyî û pir ji welatên ciîhanê piştevanîya Emrîka kir, ji alîyekî ve, ji ber hevsozî û hevxemîya wan ji bo Emrîka û ji alîyekê din ve ji ber ku tevgera Talîban tevgereka tundrew û tundûtîj bû. lê şerê Îraqê cuda bû, em dikarin bêjin şerê Corc Boş bû dijî wê welatî, ji ber ku tenê ev biryara kesokîya Corc Boş û hindek ji dustên wê bû û wan nikarî helwîstekê cîhanî yê hevbeş hemmber vî şerî dirust bikin. Hema mabû ew welat piştevanîya Sedam Husên bikin, Sedam kêm heval hebûn û kesekê diktator bû, lê eger ew bû pêzanînên hewalgêrî yên rast û hûr derbarî Îraqê nebûn".

Her di vî çarçovî de û derbarî dabeşkirina cîhanê ji bo du alîyan û daxuyanîya Boş ''ew ê ne li gel me be, dijminê me ye'' û cudahî di navbera şerê Îraqê û Efxanistanê de, pirofîsor BIradlî Elîster di dirêjîya axaftina xwe de got: "ji bo me wek Emrîkî ew daxyanîyên srok Boş dihatin famkirin, ji ber ku me dizanî di çi pêkhat û ji bo çi merem ew daxuyanî da, her çende ez ne tevî wê boçûnê bûm, lê divê wê bizanin ku merema serok Boş ew welat bûn ew ên piştevanîya tîrorê dikirin û tîrorist paldidan, çonkî xuyaye rêkxirawên tîroristî bê piştevanîya welatan nikarin di encamdana karên xwe yên tîroristî de berdewam bin, dibe di vê serdemê de axivtina min gelek dirust nebe, ji ber ku eger tu li rêkxirawa Qa'îde yan Îta temaşe bikî tu dikarî bêjî axiftina te ne diruste, lê wek tê zanîn ev du rêkxirawe ta radekî mezin serbexwene, renge ew pir hevkarîyê ji dwletan wernegirin. ez bi xwe tevî wê dîtinê nînim ku em parvekirina reş yan sipî bikin, bo nimûne ev sîyasete bûye egera pirtir dirust kirina dijmin û neyaran ji bo Emrîka, despêkê ji nav welatên rojava destpêkirin bi taybet Firensa û Elmanya. herweha ez di gel wê yekê nînim em vê çendê bi pevçûna şaristanîyan bi navbikin, ji ber ku têwira Hantîgton derbarî pêkdadana şarisanîyan, ku Îslam dijî Kiristîyane dijî çînên bozîye û hindos dijî kiristîyan û tade, ronkirineka bê endazeye di vê kêşê de, çunkî eger em li jîwarî temaşe bikin, em ê berovajî bibînin ku rastî jîwar pir aloztire ji wê ya Hantîgton bas lê dike, bo nimûne win li herêma kurdistanê xwedî hêza Pêşmerge ne ev hêze dijî rêkxiraweka wek Ensar Îslam şer dike, di naverast û başûrê Îraqê de hêzên din yên Îraqê şerî dijî Qa'îde dikin. derbarî şerê Îraq û Efxanistanê, divê wê yekê li berçav wergirin ku ev du şere du pirosên ji hev cuda bûn, bo nimûne hêzên Nato jî beşdarî di şerê Efxanistanê de kir, di wî demî de kar bi mada 5 ya mîsaqa rêkxirawa Nato hat kirin ku dibêje hêrşkirin bo ser endameka Nato, hêrişkirine bo ser hemû endamên wê rêkxirawê. dîsan em dizanin ku ji alîyekê din ve rawergirtina netewên yekbûyî û encamdana vî şerî li jêr sîbera Nato şer'îyeteka pir da wî şerî, lê ya xuya serok Boş gelek giringî neda vê çendî di şerê Îraqê de lwera şerê Îraqê şer'îyeta xwe nebû, bi rengekê giştî Emrîka hevkarîyek zor hebû di şerê Efxanistanê de, lê di şerê Îraqê de ew hevkarî nebû, şaştîya sîyaseta îdara Boş ew bû ku çi eger û hêcetên rohin û zelal nebûn ku pê şerê Îraqê bike, ji ber wê welatên cîhanê bi taybet welatên rojava di hevkarî kirina Emrîka de dudilî bûn, û di heman dem de jî welatên mezin mîna Rosîya û Çînê jî egerên xwe hebûn hevkarîya Emrîka nekin".

Lê derbarî tîrorê û dîtina sîyaseta Emrîka bo tîrorê, pirofîsor Mak Elister got: "arîşe, ew e em di bin zaravê tîrorê de çendîn alîyên ji hev cuda kom dikin, bo nimûne renge em amaje bi kesekî xuyakirî bikin û renge jî em amaje bi dewletekê bikin ku tîrorê dike. û dibe rêkxiraweka biçûk be yan ya mezin be û bi hezaran çekdar hebin, wek hemas û Hizbu Lah. Ew ên bi sîyaseta nerim ve gîrêdayî, bi dîtina min ew dê bizavê bikin da ku bandora rêkxirawên mîna rêkxirawa qa'îde kêmbibe, herweha em zanin ew kesên bi kuştin û tîrorkirnê radibin bi tîrorist tên naskirin ku ewan armanceka şerxazî heye, lê ev yek jî li ser polînkirin û dabeşkirina bûyeran radiweste, bo nimûne li serdemê serok Boş ew hêrişên li Îraqê dijî Emrîkîyan dihatin encamdan, bi hêrişên yaxîbûn û ji rê derketîyan dihatin naskirin, diheman dem de ew hêriş ji alîyê teknîkî ve bi karê tîroristî tê zanîn, kewate raste li ser demê Boş sal bo salê hêrişên tîrorî bi rêjeka mezin di zêdebûn û bilindbûnê de bûn. wate ji bo berovajî kirina vê rewşê divê ji destpêkê em di dijmin bigehin, ji ber ku sitratîjîya rêkxirawên tîroristî mîna sopayê komara Îrlenda û Tîya û Qa'îde azirandina dijminîye da ku hêrişê bike û zîyanên mezin bidin, bo nimûne rêkxirawên tîroristî bi jimareka endaman dirust dibe, renge li destpêkê 10 ta 20 kes bin û hêriş bikin ser welatên mebestdar da ku ew welat karvedaneka mezin encam bide bo nimûne wekî karvedana Emrîka ji bo dagîr kirina Îraqê, ev bo eger êdî Emrîka bi welatekê şerxwaz were naskirin, wate divê em bizanin ka çi van rêkxirawan paldide ta ew karê tîroristî dikin. paş em dikarin sitratîjîyeka guncayî ji bo bersingirtina van rêkxirawan bidanin. ji alîyekê din ve ji bo rê nedan bi peyda bûna tovê tîrorê divê giringî bi hikimdarêyek baş û geşepêdanê were dan. li vir Emrîka dikare hevkarîyek kêm ji wan welatan re bike ew jî ji ber nebûna jêrxana abûrîya pêdivî û hebûna gendelîyê li wan welatan".

Lê bi dîtina xanim Norma her di heman çarçov de eger ew kesên ev kare encam danî musilman jî bin nabe hemû musilman bi tawan bar werin naskirin. derbarê vê babetê xanimê got: "bi dîtina min baştire xebat ji bo rastvekirina wê boçûnê were kirin ewa dibêje eve pevçûna şaristanîya ne. ji alîyekê din ve we behsa sîyaseta nerim kir, ez di bêjim divê sîyasetek nerim û jîr ji bo dûrxistina xelkê sivîl ji tîroristan were peyrewkirin, dîsan kar bê kirin da ku ew xelik li gel tîroristan dilsoz nebin û peywendîyê li gel tîroristan nekin. ev yek jî bi rêya peyrewkirina sîyasetek dadvan û dirust dê bi dest ve were, bi taybet di sîyaseta derve de ji alîyê Emrîka û civata navneteweyî. lewra bi dîtina min eger giropekê kiristîyana jî karekê tîroristî yê weha encam bidin nabe em hemû kiristîyanên cîhanê tawanbar bikin, cihê daxê ye hinek kesan ev dîtine hebû ku hemû musilman tîroristin lê ev ne bîrûboçûna hemû xelkê ye û ev parvekirina hatîye kirin metirsîyek mezine, merema min parvekirina cîhanê li ser du alîyan de, alîyê me dijî alîyê wan. bo nimûne em dizanin Emrîka berê hevkarîya artêşa Efxanistanê dikir da ku hember Yekîtîya Sovyetê berxwedanê bike, ev yek jî xuya dike ku ji bo lawaz kirin û şikandina dij û dijminan her tişt tê kirin û bi tiştekê rewa tê zanîn. lê piştre ev çekdarane dijî Emrîka jî rawestan. li vir merema min cîhan parvekirin li ser du alîyên dijmin bi hav re aloz tire, anku ev sanahî kirina hevsengîyê ye û li dawî dibe egera alozkirina kêşê".

Bizav ji bo kêmkirina metirsîdarîya tîrorê:

Paşî karesata 11 yê sêptemberê hevpeymana dijî tîrorê li ser astê cîhanî ji bo nehîştina tîroristan pêngavên mezin havêtin, lê di mawê 10 salên borî de ji me re xuya bû ku nikarin dîyarda tîrorê bin birbikin, derbarê metirsîya terorê û bizavkirin ji bo kêm kirina vê metirsîyê, pirofîsor Rîçard Stol mamostayê zanistên sîyasî li zanîngeha Rays bi neçarî dîtina xwe ji bo vê raportê xuya kir û got: "bi rastî herdem metirsîya tîrorê li ber çavên xelkê bû, lê cudahîya Qa'îde ew e ku negirêdayî çi welatekê xuyakirî ye, vê yekê ew têgeh li cem xelkê dirust kir ku divê xebateka dirêj dijî vê rêkxirawê were kirin, lê parve kirina cîhanê li ser du alîyan, kî bi me re ye û kî dijî me ye, ronkirineke bê nexşe ya vê kêşê ye, ji ber ku pir welat hene ne bi temamî hevkarê Emrîka ne û ne jî dijî Emrîka ne, wate divê nehê ji bîra kirin ku hemo welat piştevanîya me nakin, her çende eger sîyaseta wan welatan nêzîk sîyaseta me jî be ew welat çavê xwe li sîyaseta me digirin û piştevanîya me nakin, ji ber wê yekê divê ji bo çare kirina vê kêşeya cihê giringiya her du alîyan bizava pêkanîna qadeka hevpişik were kirin, lewra pêwîste rêyên cuda ji bo çareserkirinê werin vekirin. bo nimûne renge hinek kes digel tîroristan hevsoz bin yan jî ji bo jinavbirina wan hevkar nebin, helbet ev yek jî girêdayî rewşa jîyan û derdora wan e, anku bikaranîna hêza serbazî bi tenê çareseriya vê arîşê nake û dibe hinek caran bibe egera pirbûna hejmara tîroristan, bikaranîna hêzên serbazî pişkeke biçûke ji bizavên berhengarî kirina tîrorîzmê. di vir de eger wek nimûne em temaşey Îraqê bikin em dê karibin bêjin baştirîn çareserî baştirkirina rewşa jîyana xelkê ye da ku xelik ji rewşa jîyan û karûbarên hikûmetê razî bin, berûvajî wê çendê eger xelik nerazî bin,wiha xwe heger nebin tîrorist jî wê her hevkarîya tîroristan kin".

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top