• Wednesday, 08 May 2024
logo

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî kir

Gulan Media February 8, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi boneya 29emîn salvegera damezrandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, pîrozbahî li emîndarê Giştî yê wê partiyê kir.

Îro 07.02.2023yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyekî telefonî de, bi boneya 29emîn salvegera ragehandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê pîrozbahî li Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Bahedîn kir.

Di wê pêwendiya telefonî de Serokê Hikûmetê, pîrozbahî lê kir û di xebatên mafên destûrî û destkeftên niştimanî yên xelkê Kurdistanê de hêviya serkeftinê ji bo Yekgirtûya Îslamî xwest.

Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî, ji ber wê pêwendî û pîrozbahiyê spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

 

Basnews

Top