• Friday, 27 September 2024
logo

Qeys Xez Elî bi kirîna amûrên ‘’Pager’’ bo Hizbulahê tê tometbar kirin

Gulan Media September 19, 2024 Nûçe
Qeys Xez Elî bi kirîna amûrên ‘’Pager’’ bo Hizbulahê tê tometbar kirin

Rojnameyeke nêzîk İsraîlê aşkera dike, ew amûrên ku Hizbulaha Lubnanê ku bi endamên wan de diteqin, pêştir bi rêya emîndarê grupa Esayîb Ehlî Heq Qeys Xez Elî ve hatine kirîn û ji bo Lubnanê hatine şandin, lê berî ku li ser endamên Hizbulahê bên dabeşkirin, İsraîlê amûrên wan guhertine.

Mehdî Mecîd, rojnamevan û nivîskarê Iraqî ku çend carekî serdana Iraqê kiriye û xwe nêzîkî İsraîlê dinasîne, di nivîseke xwe ya li hejmara xwe ya tora civakî Xê de hûrgiliyên girêbesta kirîn û şandina bi hezaran amûrên cura Pager aşkera dike, ku di destê endamên hizbulahê de bi hezaran hatine teqandin.

Ew rojnamevan di girte vîdeoyekî de aşkera dike, ku beriya 6 mehan, hizbulaha Lubnanê bi rêya Qeys Xez Elî, Emîndarê Grupa Esayîb Ehlî Heq ku grupeke milîsên Iraqiye, zêdetir jî 3000 amûrên pagerên pêywendî kirinê a bêtêl, bikre.

Li gor gotina wî rojnamevanî, ew amûr ji bo Iraqê hatine şandin û nirxê her yek ji wan jî 250 dolarê Amerîkî bûye, piştre li Iraqê ve gehandine bendereke li Lubnanê û got, ‘’İsraîlê kariye bi rêya ajanên xwe dest dayne ser wan amûran û biguhere di aliyekî din yê pagerê ku berê teqemenî tê de hatiye çandin.’’

Herwaha got, ku zêdetir ji 2 mehane ku ew amûr li enbarên hizbulahê hatiye hilgirtin û beriya 2 hefteyan li ser endamên hizbulahê hatine dabeşkirin û diyar kir: ‘’Ewên ku proseya kirîn  û gehandina amûrên wan ji wan re rasipardibûn, 3 kes bûn û navê wan jî evîn: Cevad Hesen Nesrulah, Elî Hemye û Mihemed Zeîter e.’’

Her wî rojnamevanî berê ew aşkera kir ku İsraîl zêdetir ji 12 hezar ajanûn xwe di nav Lubnanê de heye û karên sîxortî bo wan dikin.

 

Basnews

Top