• Wednesday, 08 May 2024
logo

Berpirsekî PDKê: Divê binkeyên me li Kerkûkê bên vekirin û kar kirina PDKê li parêzgehê azad be

Gulan Media February 4, 2023 Nûçe
Berpirsekî PDKê: Divê binkeyên me li Kerkûkê bên vekirin û kar kirina PDKê li parêzgehê azad be

Berpirsê navçeya 3 yê PDKê li Kerkûkê dibêje divê binke û baregehên partiya wan ên li bajarê Kerkûkê bên vekirin û kar kirina PDKê li bajar jî azad be.

Berpirsê navçeya 3 yê PDKê li Kerkûkê Kawe Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Heta naha jî leşkerî kirina Kerkûkê berdewam e, lê biryar hatiye dayîn ku, em di demekî nêzîk de binkeyên xwe paşde vergirin û vegerin nav Kerkûkê. Ji ber rêkeftin heye li gel Bexdayê ku çend mercekî me jî bên cîhbicîh kirin. Yek ji wan jî rewşa Kerkûkê divê bê asayî kirin û êdî neyê leşkerî kiirn. Hêz derkevin derve û em jî vegerin Kerkûkê û binkeyên xwe vergirin û bikarin bi azadî karê xwe yê siyasî bikin.’’

Herwaha got, mayîna PDKê li derveyî Kerkûkê û vala kirina binkeyên wê ziyan gehandiya doza rewa ya kurdan a li wan navçeyan. Bi taybet jî PDK di helbijartina dawiyê de dengên yekem nav aliyên Kurdistanî de bidest anî. Ji ber wê jî divê bi awayekî bihêz vegere.

Piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê milîs û xiyanetkaran binkeyên PDKê dest danîn ser û heta naha jî vala nekirine.

Li gor wê rêkeftina siyasî ya hevpeymaniya îdareya dewlet ku piştre jî bû beşek ji karnameya kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî, divê kar kirina partiyên Kurdistanî li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî bê azad kirin û binkeyên ku hatine dagirkirin bên vala kirin.

 

Basnews

Top