• Wednesday, 03 July 2024
logo

Hunermend Dîlber Ay koça dawî kir

Hunermend Dîlber Ay koça dawî kir
Hunermenda bi eslê xwe kurd Dîlber Ay ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên çapemeniya Tirkiyê duh 29.04.2019ê şev hunermend Dîlber Ay ji ber krîza dil derbas kir, ew rakirin nexwaşxaneya lêkolîn û perwerdeya Enqerê, lê li gel hemû hewldanên bijîşkî û tenduristî jî jiyana xwe ji dest da.

Dîlber Ay sala 1956ê li navçeya Bazarcix a Mereşê ji dayîk bû. Piştî beşdarî bernameya deng bû, gav avêt bo cîhana hunerê û gelek albûm derxistin.

Dîlber Ay gelek stranan ve hat nas kirin û herwaha di beşa hunera sînemayê de jî xwedî rolekî aktîf û çalak bû û ji ber wê jî piştî di fîlma Beynelmînel a sînemayî, di festîvala 14.mîn a ‘’Zêrê qoze’’ de xelata lîstîkvana alîkar wergirt.

Herwaha di fîlmên sînemayî yên ‘’Jiyan ji bo te xweşe’’ û ‘’Rêhevalê min’’ de jî rol wergirt.

Basnews
Top