• Thursday, 25 April 2024
logo

Xêro Abas û keça xwe bi hev re ‘Çaw Bella’ bo piştevaniya Rojhilatê Kurdistanê gotin

Gulan Media November 20, 2022 Hunerî
Xêro Abas û keça xwe bi hev re ‘Çaw Bella’ bo piştevaniya Rojhilatê Kurdistanê gotin

 Hunermedê navdar ê ji Rojavayê Kurdistanê Xêro Abas û  keça xwe Rona strana “Çaw Bella” ji bo piştgiriya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê bi hev re gotin.

Çaw Bella ku orjînala wê wek “Bella Ciao” tê gotin, hunermedê Kurd Xêro Abas û keça xwe Rona bi hev re ji bo piştgiriya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê gotin û weke klîb belav kirin.

Muzîka wê Hakan Akay amade kiriye û derhêneriya klîbê, Kamîran Betasî kiriye û ji aliyê Elî Delekî hatiye edîtkirin.

Orjînala strana Îtalî ye û  di dema şerê cîhanê yê 2yemîn de hatiye gotin. Nayê zanîn ka kê gotinên wê nivîsandine, lê ev stran li seranserê cîhanê navdar bûye û li gelek welatan hatiye gotin û li ser gelek zimanan hatiye wergerandin.

Stran ji aliyê partîzanekî Îtalî ve li dijî faşîzm û dîktatoriya Mossolînî hatiye gotin û  muzîka wê ji folklora Îtalî ye.

 

Rudaw

Top