• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Duhokê hunermend Ebdullah Hacî koça dawî kir

Gulan Media November 16, 2018 Hunerî
Li Duhokê hunermend Ebdullah Hacî koça dawî kir
Seroka Liqa Duhokê ya Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê, Evîn Husên ji Rûdawê re ragihand, şeva derbasbûyî hunermendê Duhokî, Ebdullah Hacî koça dawî kiriye.



Ebdullah Hacî sala 1949an li bajarê Duhokê ji dayik bûbû û ji sala 1971an ve di warên şano û daramayê de dixebitî. Herwiha wî hunermendê Duhokî beşdarî di çendîn berheman de kiriye, bi taybetî piştî raperîna sala 1991 beşdarî di dramayên Çinîn, Av û Xwîn û Bizava Gundiya de kiribû.



Hunermend Nîhad Seidullah, hevalê wî hunermendê koçkirî ji Rûdawê re ragihand, beriya 10 salan Ebdullah Hacî tûşî nexweşiyeke kujer bûbû û ji wê demê ve nedikarî karê hunerî bike û ji hingê ve heta dema mirinê, çareseriyên pizîşkî werdigirt.



Termê hunermend Ebdullah Hacî li goristana Şaxkê ya Duhokê sipartin axê û merasîm ataziya wî jî li mizgevta taxa Serbestî ya bajarê Duhokê tê lidarxistin.



Rudaw
Top