• Sunday, 28 July 2024
logo

Dîwana helbestvanekî Xorasanê li Bakur çap bû

Gulan Media November 14, 2018 Hunerî
Dîwana helbestvanekî Xorasanê li Bakur çap bû
Dîwana Ce’fequliyê Zengelî ya bi navê “Le Xakê Xurasanê” bi alfabeya latînî ji aliyê Weşanxaneya Avestayê hat çapkirin.

Dîwan ji aliyê Mehdî Jafarzadeh û Mehmed Salih Bedirxan ve hatiye amadekirin.
Ce’fequliyê Zengelî ku yek ji şaîrê klasik ê Xorasanê ye di sala 1799annde li Qûçanê hatiye dinyayê û temenê xwe li wir derbas kiriye. Ne qet‘î jî be derdora sala 1894an koça dawiyê kiriye. Ce’ferqulî li gelek herêmên Îranê, Turkmenistanê geriyaye û di helbestên xwe de navê wan herêman jî hilaniye. Bi tirkî, farisî û erebî jî helbest
nivîsandine. Di qesîde û xezelên xwe de cîh daye beytên farsî û tirkî. Li gor lêkolînerên Xorasanê Zengelî weke hozanên serdema xwe bêyî xwendin û nivîsandinê fêrî gotina helbestan bûye.

Nimûneyek ji helbestên wî:
“Lêvnazik pistedehan zimanê te engebîn
We husnê te tunîni le Xeta Çîn û Maçîn
Bedensîm kirasherîr le xwa kir çeka sengîn
Navê ‘işqê tu megir cîgerê min meke xwîn
Sîngê te baxê Irem we xwa guleke rengîn
Je ‘işqê te le min bû dunya qaf û fê û sîn
We xwa tutiya xezelxan bejnê te nexlê ‘er‘er”


Niviskarê edebiyata modern a Xorasanê Elîreza Spahîlayin ku weke - Kawa Zêdî – jî naskiriye di pêşgotina kitêbê de wiha nivîsandiye: “Ez ji vê pirtûkê pir bihêvî me û dilniya me weşandina dîwana Ce‘ferqulî, têkiliya navbera Kurdistana mezin û kurdên xerîb ên
Xorasanê zêdetir bike û bibe destpêka hevnasîneke ciddî, herwiha bibe sedema geş û xweştirbûna çand û ziman û wêjeya kurdî.”


Basnews
Top