• Sunday, 28 July 2024
logo

Xelatên Festîvala Navdewletiya Fîlman a Duhokê tên parvekirin

Gulan Media October 27, 2018 Hunerî
Xelatên Festîvala Navdewletiya Fîlman a Duhokê tên parvekirin
Piştî hefteke çalakiyên berdewam û nimayişa fîlmên cûrbicûr, îro Festîvala Navdelwetiya Fîlman a Duhokê bi dawî bû û xelatên wê tên dabeşkirin.



Îro êvarî (27-10-2018) rêwresma bidawîbûna 6emîn Festîvala Navdelwetiya Fîlman a Duhokê bi beşdariya sînemakaran birêve çû.



Xelatên Festîvala Navdelwetiya Fîlman a Duhokê bi vê cûreyê hat dabeşkirin:



- Xelata parêzgeha Duhokê bo Mihemmed Muhsîn hat dayîn.

- Xelata Yilmaz Guney a rêzgirtinê bo Mamosta Zîrek hat dayîn.

- Xelata Pela Mêw a Zîvî, bo fîlma 6B ya derhêner Elî Rezayî hat dayîn.

- Xelata Pela Mêw a Zêrîn, bo baştirîn kurtefîlma Kurdî ya Pantor a derhêner Tehsîn Ozmen hat dayîn.

- Xelata Pela Mêw a Zêrîn bo baştirîn belgefîlma Kurdî ya Mîn Hilgir a derhêner Hogir Hirurî hat dayîn.

- Xelata Lîjneya Kurtefîlman a Navdewletî bo fîlma Bêseks a derhêner Elî Rezayî hat dayîn.

- Xelata baştirîn dokumenteriya biyanî, bo Gim Girles hat dayîn.

- Xelata rexnegiriyê bo fîlma Navber hat dayîn.

- Xelata rêzgirtinê, bo aktorê Kurd Ehmed Zîrek hat dayîn.

- Xelata parêzgeha Duhokê, bo 2 fîlman (fîlma “Qehremanê Çerxî” û fîlma “Qurban”) hat dayîn.

- Xelata baştirîn aktorê Kurdî, bo Feyyaz Duman hat dayîn.

- Xelata baştirîn aktora Kurd, Şukran hat dayîn.

- Xelata baştirîn senaryoyê, bo fîlma “Jîna Bê Jiyan” hat dayîn.

- Xelata baştirîn derhênerê Kurd, bo Mihemmed Elî Konar hat dayîn.

- Xelata baştirîn fîlmadirêja Kurd, bo fîlmê “Zagros” hat dayîn.

Rudaw
Top