• Sunday, 28 July 2024
logo

Festîvala Fîlman a Silêmaniyê dê bi "Keçên Rojê" dest pê bike

Gulan Media September 30, 2018 Hunerî
Festîvala Fîlman a Silêmaniyê dê bi
Biryar e roja 10ê Cotmeha 2018an Sêyemîn Xula Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê bi sponsoriya medyayî ya Tora Medyayî ya Rûdawê di bin navê "Jinên qehreman cîhanê diparêzin" de birêve biçe. Festîval dê bi nimayîşa fîlma Fransî "Keçên Rojê" dest bi çalakiyên xwe bike, ku ew fîlm li ser şervanên jin ên li Kobanî ye.



1034 fîlm hatibûn şandin



Li gel ragihandina destpêkirina festîvalê, derhêneran fîlmên xwe ji lijneya amadekar a festîvalê re şandin.



Rêveberê Hunerî yê Festîvala Silêmaniyê Daner Umer ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha ji 119 welatan fîlm hatine, 22 welat bi fermî beşdarî vê festîvalê dibin, hejmara fîlmên ku gihiştine destê serperiştyarên festîvalê, zêdetirî 1034 fîlm in, lê belê tenê 117 fîlm dê werin nimayîşkirin.



Keçên Rojê



Roja yekem a Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê dê bi fîlma "Keçên Rojê" were vekirin. Beşek ji stafa fîlmê dê li ser mehfûra sor derbas bibin û di nimayîşa fîlmê de amade bin.



Fîlma "Keçên Rojê" ji aliyê derhênera Fransî Eva Osso ve hatiye çêkirin û li Gurcistanê hatiye berhemanîn, ku di Festîvala Fîlman a Cannes de namzeda wergirtina xelata Darxurmeya Zêrîn bû, lê xelat bi dest nexist.



Aktora navdar a Îranî Gulşîfte Ferahanî rola fermandareke qehreman dilîze ku ji bilî şerê li dijî çekdarên DAIŞê, rola wê ya mezin di azadkirina çendîn jinên dîl ên di destê DAIŞê de vedibêje.



Çîroka fîlmê bi rêya jineke rojnamevaneke Fransî tê vegotin. Hevahengiya şervanan û hêzên Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de di vê fîlmê de bi giringî hatiye nîşandan.



14 fîlm li hêviya xelata Sinobera Zêrîn in



Li xula sêyem a Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê, 14 fîlm ji bo wergirtina xelata Sinobera Zêrîn rikeberiyê dikin.



Rêveberê Hunerî yê Festîvala Silêmaniyê Daner Umer dibêje: “Hemû wan fîlmên ku ji Festîvala Fîlman a Silêmaniyê re hatine şandin, yekem car e ku li Iraqê têne nimayîşkirin, ji ber vê yekê xelkê Kurdistanê dikarin di vê xulê de fîlmên nû temaşe bikin.”



Fîlmên ku beşdarî festîvalê dibin



Fîlma "Three Faces" ku li Îranê hatiye kişandin û xelata senaryoya herî baş a Festîvala Fîlman a Cannes a sala 2018an wergirtiye. Derhênerê fîlmê Ceifer Penahî ye ku niha li Îranê desteserkirî ye. Herwiha fîlma Penahî xelata fîlma herî baş a Amsterdamê wergirtiye.



Fîlma "The Wild Pear Tree" ku li Tirkiyê hatiye kişandin û Nurî Belge Ceylan derhênerê fîlmê ye. Fîlm di sala 2018an de li Festîvala Fîlman a Cannes ji bo wergirtina xelata palmiyê di pêşbaziyê de bû, herwiha ji bo xelata fîlma herî baş a bi zimanê biyanî di xula 19an a xelata Oskarê de.



Fîlma "Shoplifters" ku fîlmeke Japonî ye û yekem nimayîşa vê fîlmê li Festîvala Fîlman a Cannesê bû û xelata "Darxurmeya Zêrîn" di sala 2018an de bi dest xist.



Fîlma "Mug" ku fîlmeke Polandî ye û di Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Berlînê de ji bo wergirtina xelata "Hirçê Zêrîn" namzed bû.



17 fîlmên dokumenterî beşdar in



Li ser fîlmên dokumenterî, Rêveberê Hunerî yê Festîvalê diyar kir: “Pênc fîlmên dokumeterî yên navdewletî û 12 fîlmên navxweyî di pêşbirka wergirtina xelatê de ne. Herwiha 20 kurtefîlmên navdewletî û 17 kurtefîlmên navxweyî di pêşbirkê de ne, ev ji bilî 13 fîlmên anîmasyon ku di pêşbirka sereke de ne.”



Fîlmê dokumenterî yê bi navê "Sê kamerayên dizîkirî" li Festîvala Fîlman a Silêmaniyê tê nimayîşkirin. Ev fîlm ku li gelek welatên Erebî nimayîşkirina wê hat qedexekirin, behsa tepeserkirina xwepêşanderên Mexrîbê (Fas) ji aliyê polîs û hêzên ewlehiyê ve dike, ku çawa xelkê li ser bîr û ramanên cuda îşkence dikin.



Xelata zêrîn



Rêveberê Hunerî yê Festîvala Fîlman a Silêmaniyê Daner Umer li ser xelatan dibêje: “Heft xelat ji bo fîlmên dirêj hene, ku ji xelatên fîlma herî baş, senaryoya herî baş, sînematografiya herî baş, derhêrnerê herî baş, xelata juriyê, aktorê mêr ê herî baş û aktora jin a herî baş pêk tên.”



Daner Umer dibêje: “Ji bilî xelatên ji bo fîlmên dirêj, ji bo fîlmên dokumenterî jî xelat heye. Herwiha xelatek jî ji bo fîlmên anîmasyon heye, di dawiya festîvalê de ku dikeve roja 16/10/2018an xelat dê ji serkeftiyan re werin dayîn.



Kî alîkariya festîvalê dike?



Di merasîma ragihandina 3emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê de, Serokê Lijneya Bilind a Festîvalê Mela Bextiyar ragihand ku ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re pêşniyar kiriye ku pêwîstiyên festîvalê dabîn bike û got: “Ji aliyê madî ve hemû pêwîstiyan dabîn kir.”



Mela Bextiyar amaje bi wê yekê jî kir ku herwiha li 100 sermayedarên Kurd telefon kiriye daku alîkariya festîvalê bikin. Hinek sermayedarên Kurd ji hêviya wan zêdetir alîkarî dane, hinek jî ji alîkariya daxwazkirî du qat zêde dane.

Top