• Sunday, 28 July 2024
logo

Festîvala Silêmaniyê bi fîlma “Keçên Rojê” dest pê dike

Gulan Media September 16, 2018 Hunerî
Festîvala Silêmaniyê bi fîlma “Keçên Rojê” dest pê dike
Festîvala Fîlman a Navtewî li Silêmaniyê dê bi nimayîşkirina fîlma bi navê Keçên Rojê (Girls of the Sun), ku mijara wê şervanên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê ne, dest pê bike.



Festîvala Fîlman a Silêmaniyê 10ê Cotmehê dê bi nimayîşkirina fîlma Keçên Rojê û beşdariyê çend lîsikvanê fîlmê bi merasimekê dest pê bike.



Fîlma Keçên Rojê ku çîroka rasteqîn a êş û wêrekiya jinên Kurd tîne pêşberî temaşevanan tomarkirina dîmenan di meha Çileya 2018ê de temam bibû.



Derhênera Fransî Eva Husson derhênariya Keçên Rojê kiriye û aktirîsta navdar a Îranê Golshifteh Farahani bi lehengiya fîlmê, di rola fermandeyeke qehreman de ye, tevî şerkirina li dijî çekdarên DAIŞê, çendîn jinên dîl ên di bin destê DAIŞê de jî azad dike.



Çîroka vê fîlmê bi rêya jineke rojnamevan a fransî tê vegotin, di vê fîlmê de giringî bi hevahengiya şervanan û hêzên Pêşmerge ya di şerê dijî DAIŞê de hatiye dayîn.



Golshifteh Farahanî di 71emîn Festîvala Fîlman a Cannesê de bi rola xwe “Mon Roj” a di filmê de Xelata Lîstikvana Jin a Herî Baş wergirtibû.



Festîvala Fîlman a Navtewî li Silêmaniyê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê di 10ê Cotmeha 2018ê de te sazkirin.

Rudaw
Top