• Sunday, 28 July 2024
logo

Ji penaberiyê heta Hollywoodê çîroka hunermenda Kurd

Gulan Media August 29, 2018 Hunerî
Ji penaberiyê heta Hollywoodê çîroka hunermenda Kurd
Malbata Viviyan Nûrî ji ber şer di destpêka salên 1990î de ji Başûrê Kurdistanê koçberê Sûriyê dibe. Ew li Sûriyê di kampekî koçberan de jidayik dibe. Di zarokatiya xwe de fêrî xwarina mêrûyan bûye lê ew bixwe jî nizane ka çima mêrû dixwarin.



Viviyan Nûrî ku stêrkeka nû ya New Zeland û Amerîkayê ye, 6 caran wek şahciwan hatiye hilbijartin, ji aliyê serokwezîrê berê yê New Zelandê ve hatiye vexwendin.



Nûrî niha li Los Angeles ji bo pêkanîna xewnên xwe kar dike û di hevpeyvîneke taybetî de yekemîn car ji bo medyayekî Kurdî axivî û bersiv da pirsên Rûdawê.



Çîroka derketina malbata we ji Kurdistanê çawa bû, çima ji Kurdistanê derketin?



Ez xelka Başûrê Kurdistanê me, dayika min û du xwîşkên min piştî Raperîna 1991ê Kurdistan terk kirin. Di dema raperînê de mala me hate bombebarankirin û malbata min çû Sûriyê. Ez li wir di kampeke koçberan de jidayik bûm.







Wate gelek çîrokên te yên di kampa koçberan de hene. Niha çi di bîra te de maye?



Hindek tişt di bîra min de maye, lê hertim dayika min behsa hinek bîranîna dike. Wek mînak behsa derbaskirina çem dike. Herwiha digot ku tu ji zarokatiya xwe fêrî xwarina mêrûyan bibûy. Nizanim çima min hez ji xwarina mêrûyan dikir. Herwiha behsa wê yekê dike, ku hertim min ji ber xwîşka xwe li gel zarokên din şer kiriye, wan li min daye. Ez ji xwîşka xwe biçûktir jî bûm.



Çîroka te ji ber bombebarankirina mala we dest pê dike. Plana te heye ku li ser sekinandina şer û xwînriştinê stranan bêjî?



Hez dikim li ser gelek tiştan stranan binivîsim û tomar bikim. Herwiha li ser koçberan, ew kesên dibin qurbaniyê şer jî bêjim. Lê tenê dem pêwîst e.



Ä°lgili resim



Te kengî dest bi karê mûzîkê kir?



Her tê bîra min ez stranan dibêjim.



Tu li gel malbata xwe li New Zeland dijiya, çima çûyî Amerîkayê? Ji ber ku Amerîka cihê derketina stêrkan e?



Ji ber wê yekê hatime Los Angelesê ji ber ku berhemhênerên baş ên mûzîka cîhanê li wir in û min dixwest li gel wan kar bikim. Wan jî baweriya xwe bi min anî. Niha jî wisa hest pê dikim ku Los Angelesew cih e, ku ez bikarim xewnên xwe û armancên xwe pêk bînim.



WATCH: Kurdish singer, songwriter Nouri wants to perform in Kurdistan soon



Peywendiya te li gel kîjan stêrk an jî stranbêjê Kurd heye?



Mixabin, peywendiyên min li gel ti kesan nînin lê dixwazim hebe.



Te li gel hunermendên cîhanî kar kir, yek ji wan jî Rihanna ye. we çawa têkilî danî?



Ez ji bo wê armancê hatine Los Angelesê. Beriya bême vê derê jî peywendiya min li gel Rihanna hebû û li gel çend stêrkên din jî têkilî û hevaltiya me heye.







Te 6 caran nasnava “şahciwaniyê” bidest xist. Di kîjan pêşbirka de tu bûyî şahciwan?



Ez di pêşbirka, Miss Teen New Zealand Aim to Fame ya 2010ê de, ku taybet ji wan kesan e ku dixwazin bibin stêrk, herwiha li Miss Global Teen N.Z a 2011ê, Miss Bikini N.Z a 2012ê, Miss Mount Maunganui ya salên 2009, 2011 û 2012ê. Di merasîma van pêşbirkan tevan de min taca şahciwaniyê danî ser serê xwe û bûme yekemîn.



Piştî van nasnavan serokwezîrê wê demê yê New Zelandê tu vexwendî hevdîtinê. Dema we hevditin kir te behsa çi kir? Gelo te behsa çîrokên xwe yên li kampa Sûriyê jî kir?



Mixabin, dema hevdîtinan min û serokwezîrê New Zelandê kurt bû û dem nebû behsa her tiştekî bikim. Ez wê demê pir ciwan bûm, lê dîsa min behsa hinek tiştan kir.







Plana te heye stranên kurdî bêjî?



Min ti caran stranên kurdî negotiye lê ew hewl didin di paşerojê de bêjim. Kes nizane ka dê sibe çi çêbibe.



Plan dikî li Kurdistanê konsert saz bikî?



Bêguman ez ê konsert çêbikim. Hez dikim di paşerojê de konserteke min li Kurdistanê hebe.



Hinek heskiriyên te li ser torên civakî te dişibînin Kim Kardaşyan. Hinek jî dibêjin ew Kim Kardaştyana Kurd e, tu hez van şibandinan dikî?



Ew wisa dibêjin lê ez dixwazim jinekê Kurd bim, bibin hunermendekî Kurd ê xanim û xatûn.

Rudaw
Top