• Sunday, 28 July 2024
logo

Fîlma Kurdî ‘Hewno Bêreng’ xelatê Festîvla Fîlman a Stenbolê wergirt

Fîlma Kurdî ‘Hewno Bêreng’ xelatê Festîvla Fîlman a Stenbolê wergirt
Fîlma bi Zazakî ya bi navê “Hewno Bêreng” di Festîvla Fîlman a Stenbolê de, xelata mansiyonê wergirt.



Fîlma derhênerê Kurd Mehmet Alî Konar “Hewno Bêreng” (Xewna Bêreng) di 37emîn Festîvla Fîlman ya Stenbolê xelata mansiyino stand.



Dîmenên fîlmê li bajarê Amedê di heyama 13 rojan de hatine tomarkirin û ji 78 xulekan pêk tê . Lîstikavanên fîlmê Civan Guney Tunç, Bilal Bulut, Cuma Karaaslan, Midas Muhammed, Sevgi Yusufoğlu û Orhan Alici ne.



Mehmet Alî Konar di filma xwe de behsa bûyerên kuştinên li kolanan ên salên 90î li Bakurê Kurdistanê dike, bandora wê ya li ser derûniya zarokekî kurd nîşan dide.

Rudaw
Top